Moskova: Li Dûmayê em rastî şopên çekên kîmyewî nehatin

Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku li cihê ku tê gotin rejîma Sûriyeyê çekên kîmyewî bi kar anîne, li gorî lêkolînên wan tiştekî wisa pêk nehatiye. Lavrov ji bo êrîşa hewayî ya li dijî rejîmê jî got, ‘gaveke bi xeter e.’

Lavron di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û got, “Pisporên me yên leşkerî çûn cihê bûyerê û rastî klor an jî maddeyek kîmyewî nehatin.”

Hatibû îddîakirin ku li dijî Dûma ya li Gûtaya Rojhilat e roja Şemiyê êrîşeke kîmyewî hatiye kirin. Rêxistinên sivîl ên Kaskşîn û Syrian American Medical Society (SAMS) diyar kiribûn ku di êrîşê de 46 kes hatine kuştin. Lê meseleya bikaranîna çekên kîmyewî nehate piştrastkirin.

Piştî êrîşî DYA û Fransayê gef li Sûriyeyê xwar in.Serokê DYA’yê Donald Trûmp hişyarî da û diyar kir ‘dibe ku rejîm û hevkarên wê xisareke mezin bibînin.’

Hikumeta Îngîltereyê jî piştî êrîşa li Dûmayê banga ‘dayîna bersiveke navneteweyî ya xurt’ kir.

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî jî diyar kir ku wan ji bo bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn dane destpêkirin.

Piştî îddîaya bikaranîna çekên kîmyewî yên li Dûmayê, li dijî baregeheke leşkerî ya di navbera Humus û Palmîrayê êrîşek hate kirin. Rejîmên Moskowa û Şamê diyar kirin ku ev êrîş ji aliyê Îsraîlê hatiye kirin.

Moskowa û Tehran ên ku hevkarên rejîmê ne, diyar dikin ku vê sûcdariya bikaranîna çekên kîmyewî komplo ye. Rêveberiya Moskowayê di daxuyaniyeke meha Adarê de diyar kiribû ku komên çekdar ên li Gûtaya Rojhilat amadekariya provokasyoneke kîmyewî dikin. Li gorî nêrîna Moskowayê komên çekdar ji bo ku koalîsyona ku DYA pêşengtiyê ji wan re dike li Şamê bidin, hincetan ava dikin.

Lavrov têkildarî êrîşa li dijî baregeha leşkerî ya hewayî jî got ku, “Ev gaveke gelekî bi xetere ye. Hêvîdar im DYA û welatên di koalîsyona wan de vî tiştî fêm bikin.”

Hatibû ragihandin ku di êrîşê de ya li dijî baregeha hewayî ya T-4 bi kêmanî 14 şervan mirine. Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê sê serbazên Sûriyeyê û kesên ji Îranê jî di nav van de hene.