'Modela Srî Lankayê' û Kurdistan -2

Di destpêka salên 1970'î de piştî ku çeteyên sivîl li Srî Lankayê hatin bikaranîn, şerê li dijî gelê Tamîlê hîn bêhtir qirêj bû. Qîma xwe bi vê jî nînin, koçberiya bi darê zorê li ser Tamîliyan tê ferzkirin û demografî tê guhertin.

Di nîvê destpêkê yê salên 1990'î de şerê navbera dewleta Srî Lankayê û Tamîlan giran bû. Serokdewletê nû yê Srî Lankayê Kûmaratûnga ku bi gotinên aştiyê hate hilbijartin, wê konsepteke nû li Tamîlan ferz bikira.

Di destpêka salên 1970'î de piştî ku çeteyên sivîl li Srî Lankayê hatin bikaranîn, şerê li dijî gelê Tamîlê hîn bêhtir qirêj bû. Li deverên ku piraniya şêniyên xwe Sînhal bû, mal û kargehên Tamîlan dibûn hedef, gef li ewlehiya wan a jiyanê dihate xwarin, dewletê jî ev yek ji nedîtî ve dihat. Di encama êrişên van çeteyên ku pişta xwe dispartin dewletê, bi deh hezaran Tamîlî neçar dihatin hiştin ku koçî bakur, yanî warê Tamîlan bihatin kirin. Qîma xwe bi vê jî nedianî, li qadên cuda yên Tamîliyan polîtîkaya koçberiyê ya bi darê zorê dihate ferzkirin, li şûna wan Sînhalî dihatin bicihkirin û bi vî rengî dest li rewşa demografiyê dihate werdan.

Di nîvê destpêkê yê salên 1980'î de li vî welatê giravê ji her demê bêhtir mirovan jiyana xwe ji dest dan. Rêveberiya Srî Lankayê ne tenê êrişî şervanan û gelê Tamîlê yê xwecihî dikir, di heman demê de êrişên hovane dibir ser girtiyên Tamîlî. Li girtîgehên ku ewlehiya wê di destê dewletê de bû, qaşo komên çete yên sivîl ên li derveyî kontrolê diavêtin ser beşên girtîgehê yên girtiyên Tamîlî lê bûn û bi dehan ji wan dikuştin. Peyama dewletê eşkere û zelal bû: Li ku dibe bila bibe, yên ku îradeya mutleq a dewletê test dike, wê bi rengekî bêrehm bê eciqandin.

Li gel rewşa girîng a jeopolîtîk a giravê, bi şerê giranbûyî re gelek dewlet ya bi rengekî veşartî yan jî bi rengekî eşkere di nava vî karî de bûn. Di sala 1986'an de pîlotên ji Îsraîl, Îngilistan û Pakistanê hatin balafirên Srî Lankayê bi kar anîn. Rêveberiya Srî Lankayê bi rêya alîkariya leşkerî hêzên xwe yên çekdar xurtir kir û jê bawer dikir ku wê bi awayekî leşkerî pirsgirêka Tamîlê hal bike. Jaffna bi rengekî leşkerî hate dorpêçkirin, gefeke mezin a komkujiyê rû da. Hindistan di vê demê de kete dewrê, bi hêza xwe ya aştiyê kete giravê. Rêveberiya Hindistanê ji aliyekî ve hewl da hikumeta Srî Lankayê bixe bin kontrolê, li aliyê din jî hêzên rojavayî ji herêmê vegire. Her wiha li LTTE'yê jî ferz dikir ku daxwazên xwe yên serxwebûnê revîze bike. Hindistanê zanî bû ku rewşeke bêyî kontrola wê biqewime wê bi kêrî wê neyê.

Li hin deveran di navbera hêza aştiyê ya Hindistanê û LTTE'yê de şer qewimî. Rêveberiya Srî Lanka jî, LTTE jî ji hebûna leşkerên Hindistanê aciz bûn. Salên 1987-1990'î weke salên bêtevgerhiştina LTTE bi destê hêza aştiyê ya Hindistanê derbas bûn. Agirbesta destpêkê û hevdîtinên aştiyê di sala 1989'an de dest pê kiribû. Lê belê encamek ji van hevdîtinan bi dest neket. Mijara bingehîn a ku bala hikumeta Srî Lankayê li ser bû; li aliyekî LTTE'yê bêbandor bihêle û bi vî rengî amadekariya şer bike, li aliyê din jî cihê ku bi vekişîna hêza aştiyê ya Hindistanê vala bûye bi lez dagire. Di Gulana 1990'î de ku leşkerên dawî yên Hînt vekişiyan, şer ji nû ve giran bû. LTTE bi lez tevgeriya û herêmên nû li herêmên di bin kontrola xwe de ne zêde kir.

Her ku berxwedan mezin bû, lêgerînên 'çareseriyê' jî bêhtir ketin rojevê. Halbûkî di dîroka Srî Lankayê de yekemcar di hilbijaritnekê de gotinên aştiyê û diyaloga bi LTTE'yê re weke soz dihate dayin û lîdereke jin; Chandrîka Kûmaratûnga di hilbijartinê de bi ser ket. Beşeke girîng a hilbijêrên Tamîlî yên ji vê sozê bawer kir, dengê xwe dan Kûmaratûnga. Di hilbijartinên Mijdara 1994'an de Kûmanatûnga ji sedî 63 ê dengan wergirt. Pirsa ku bersiva wê hîn nehatibû zelalkkirin wiha bû: Gelo Kûmanatûnga di daxwaza aştiyê de ji dil e yan na? Gelo gotina aştiyê weke amûreke êrişê bi kar dianî? Di vê demê de ku Kûmaratûnga bû desthilatdar, lîdereke cuda ya jin Çîller jî li Tirkiyeyê serkêşa hikumetê bû. Çîller wê di heman demê de qala çareseriya bi Modela Baskê bikira û li Kurdistanê komkujiyên herî giran bikira. Gelo wê Kûmaratûnga çi bikira?

SALÊN BI KÛMARATÛNGAYÎ

LTTE bi guman nêzî gotinên aştiyê yên Kûmaratûnga dibû. Hem jê ne bawer bû, hem jî didît ku bi şovenîzma Sînhal a li dijî aştiyê, wê sekna artêşê astengiyên mezin biafirîne. Kûmaratûnga di pozîsyoneke welê de bû ku diyar dikir, wê van astengiyan hemûyan ji holê rake. Bi vê armancê bi lîderê LTTE re name ji hev re dişandin. Di pêvajoya agirbestê de ya ji bo diyalogê, di êrişên artêşa Srî Lankayê de hin kadroyên girîng ên LTTE'yê hatin qetilkirin.

Rewşa medyayê jî ji rewşa medya navendî ya li Tirkiyeyê ne cuda bû. li şûna ku bibe dengê aştiyê şerxwazî û şovenîzma Sînhalê bêhtir sor dikir. Ji bo şensekî gengaz ê ji bo aştiyê ji holê rake, nûçeyên asparagas û provokatîf bêdawî diweşand. Tevî ku di navbera aliyan de şandina nameyan û diyalogê dewam dikir jî gavek nedihate avêtin. Bûyerên ku samîmiyeta hikumetê dikir cihê gumanan roj bi roj bêhtir eşkere dibûn.

Lîderê LTTE'yê nerazîbûna xwe ya li dijî hewldanên jehrkirin û tundkirina atmosfera polîtîk her gavê dianî ziman û ji bo atmosfereke aştiyê biafire ji hikumetê dixwest ku helwesteke şênber nîşan bide. Diyalog û danûstandinan di hin astê de dewam dikir. Di Çileya 1995'an de peymana ku dawî li dijminatiyê tîne hate îmzekirin. Lê belê di pratîkê de hînê ti gav nehatibû avêtin, pêşketineke şênber tune bû. Hikumetê bi gotina 'îro, sibe', 'filan astengî', 'bêvan astengî' hewl dida Tamîliyan mijûl bike. Şêwirmendên Kûmaratûnga armanca vê mijûlkirinê wiha vedigotin: 'Li dijî LTTE'yê diviyabû polîtîkayeke piralî bihata meşandin. Li aliyekî LTTE ber bi hevdîtinên aştiyê ve dihate kişandin, li aliyê din diviyabû zexta artêşa Srî Lankayê ya li ser Jaffnayê bihate zêdekirin. Diviyabû hêzên çekdar jinûve bihatina organîzekirin û li dijî dijmin di pozîsyoneke guncaw de bihatina hiştin. Hevdîtinên aştiyê divê xizmetê ji wê yekê re bike ku LTTE ji gelê Tamîlê îzole bibe. Bi kurtasî pêvajoya aştiyê ji bo şer li asteke din bê meşandin û di dawiyê de jî LTTE bi temamî bê tunekirin, dihate meşandin'.

LTTE ku haya ku ji vê planê hebû, diyar dikir ku hikumet xwe nade ber çareseriyê û pêvajoya agirbestê jî ji bo amadekariya şer bi kar tîne. Eşkere bû ku agirbest wê bi rewşa heyî zêde dewam nekiribûya. Ji xwe piştî çend mehan di Nîsana 1995'an de şer ji nû ve dest pê kir. Kûmaratûnga hewl da berpirsyariya destpêkirina şer bixe stuyê Tamîliyan. Tevî ku gaveke şênber neavêt û di vê pêvajoyê de amadekariya şer kir, wiha digot, 'Her tiştên diviyabû bihata dayin ji gelê Tamîlê re hate dayin û ji vê wêdetir wê were wateya têkbirina ewlehiya neteweyî'.

Gotinên dişibin van gotinên Kûmaratûnga wê piştî bi salan li erdnîgariya Kurdistanê û Tirkiyeyê bihate bihîstin. Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ê ku konsepta şer ji nû ve xiste dewrê wê bigota, 'Li welatê me tiştekî bi navê pirsgirgêka Kurd nemaye. Ji vê kêliyê û pê ve tenê pirsgirêkek heye, ew jî pirsgirêka terorê ye'. Ya rast, mîna rêveberên dewletê yên Tirk, erkana dewletê ya Srî Lankayê jî ti carî hebûna meseleya Tamîlê qebûl nekirin. Li gorî wan, li Srî Lankayê tenê civakak heye ku serdest e û xwedî maf e. Ew jî Sînhalî ne. Yên li derveyî wan mêvan in û divê hedê xwe zanibin ku qîma xwe bi ya pêşkêşî wan hatiye kirin bînin. Eger berxwedana LTTE û Tamîlê ji holê bê rakirin wê ev pirsgirêk hatibe çareserkirin! Lîderê LTTE'yê Probhakaran bal kişand ser vê rewşê û wiha digot:

"Rêveberiya Kûmaratûnga bi soza çareseriya pirsgirêka Tamîlê bi rêyên aştiyane û siyasî bûbû desthilatdar. Lê belê niha xwe daye ber nêrîna çareseriya siyasî. Desthilatdariyê, daxwazên lezgîn ên gelê Tamîlê weke daxwazên taybet ên LTTE'yê fêhm kir. Ji ber vê yekê jî bi perspektîfeke leşkerî nêzî çareseriya daxwazên mirovî bû. Ji me re gotin ku pêwendiya van daxwazan bi ewlekariya neteweyî heye. Vê bersivê bendewariyên me têk bir. Me di nava van şert û mercan de ji bo çareserkirina van pirsgirêkan wext dan hikumetê. Di rewşeke berevajî de dewamkirina hevdîtinan, pênasekirina vê yekê weke pêvajoya aştiyê nepêkan bû.

Hikumetê li ser vê yekê soz da ku wê qedexeyan hemûyan bi dawî bike. Me jî dema ku dan, dirêj kir. Lê belê hikumetê ji bo bicihanîna biryarên xwe hewl neda. Li hemberî desthilatdariyên Sînhal ên derbasbûyî bêbaweriyek hebû. Hikumeta Chandrîka Kûmaratûnga jî heman tişt dubare dikir. Gelê Tamîlê berê gelek caran ji aliyê desthilatdariyên Sînhal ve hate xapandin. Peyman hatin çêkirin, hatin îmzekirin. Lê belê ti ji wan bi cih nehatin anîn. Dîroka me ev e û Chandrîka jî îstîsna nîne. Dema ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê me dem da, hikumetê ev cidî nedît. Bi biryardarî xwe ji pêkanîna biryaran vegirtin. Daxwazên gelê me yên li benda çareseriya lezgîn bûn, nabe ku weke daxwazên piştre hatine kirin bên kategorîzekirin. Eger nêta hikumetê ya ji bo gavavêtinê hebûya, dikarî bû ev yek di nava 24 saetan de bikira. Nekirin û niha jî me sûcdar dikin."

Lê belê hikumeta Kûmaratûnga guh neda vê bangê û li qada navneteweyî propaganda wê yekê kir ku LTTE'yê ev pêvajo sabote kiriye. Bi vî rengî jê hebû ku wê ji bo operasyonên berfireh ên li dijî Tamîlan zemîneke rewa biafirîne. LTTE jî ji ber ku hay ji vê hebû timî bangên ji bo aştî û çareseriyê li raya giştî ya navneteweyî dikir. Kûmaratûnga jî li qada navneteweyî nedisekinî û li Îngilistanê bi mezintirîn ajansa reklamê re li hev kir. Kûmaratûnga li gel qedexe, êşkence, kuştin û xerakirina bajaran, her wiha tevî siyaseta xwe ya qirkirinê ya li dijî Tamîlan, weke 'alîgira aştiyê' dihate nîşandan. Beşeke girîng a hêzên global bi hikumeta Srî Lankayê re bû û raya giştî ya navneteweyî jî bêdeng bûbû.

DEMA KU PÊVAJO XERA BÛ, GOT 'EM XAPANDIN'

Her wiha têgihiştineke wiha dihate afirandin; Serokwezîr Kûmaratûnga bi saf û bêtedbîr nêzî hevdîtinên aştiyê bû, ji aliyê Probhakaran ê 'zexel' ve hate xapandin. Qaşo Kûmaratûnga ji LTTE'yê bawer kir, dema ku giranî da ser aştiyê ji bo tedbîrê amadekariya şer jî nekir, li aliyê din jî Probhakaran ev bawerî û pêvajoya aştiyê veguherand avantajê û tevgera xwe mezin kir, ji şer re amade kir. Chandrîka Kûmaratûnga wê piştre bi xwe bi vî rengî mikur bihata ku ev hemû çîroka şerê qirêj bû: "Dema ku li Parîsê ez xwendekar bûm, min şerê gerîla lêkolîn kir û hîn bûm ku bi çi rengî dikarim li dijî vî şerî têbikoşim. Me, danûstandinên bi wan re di zemîneke welê de meşand ku LTTE di wan şert û mercan de nikaribe çareseriya aştiyane qebûl bike û dest ji çekê berde."

Van gotinan nîşan dida ku Kûmaratûnga endameke şerê taybet bû. Ji bo nîşan bide ku 'aştîxwaz ew bi xwe ye, yê ku xwe nade ber aştiyê LTTE ye', hewl dida bi vî rengî LTTE'yê tengav bike. Artêşê wê amadekariyên xwe li gorî vê bikira û LTTE bi vî rengî têk bibira. Lê belê li qadê her tişt li gorî vî hesabî bi pêş ve nediçû. Ji ber vê yekê pêwîstiya hikumeta Srî Lankayê hîn bêhtir bi alîkariya derve, piştgiriya leşkerî, lojîstîk û dîplomatîk hebû.

BICIHKIRINA LTTE LI LÎSTEYA 'RÊXISTINÊN TERORÎST'

Derfetên welêt ji bo şerê navxweyî dihatin pêşkêşkirin, di berdêla her piştgiriyê de tawîzeke nû dihate dayin. Piştgiriya herî girîng jî sala 1997'an ji rêveberiya wê demê ya DYE'yê wergirtin. LTTE li lîsteya 'rêxistinên terorê' ya DYE'yê hate bicihkirin. Wateya vê wiha bû; Her cûre konsepta hikumeta Srî Lankayê ya li dijî LTTE'yê wê rewa bihata dîtin. DYE ku qaşo çareseriya siyasî teşwîq dikir, bi vê gava ku sala 1997'an avêt rengê xwe diyar kir.

Di vî şerî de ji ber ku hikumeta Srî Lankayê encama dixwest bi dest nexist, weke çare hîn bêhtir xwe bi çek kir. Heta sala 2001'ê ji bo demên kurt agirbest çêbûn jî çareserî xuya nedikir. Ev yek jî dibû sedem ku şer girantir bibe. Êrişa herî berfireh a dîroka LTTE'yê jî di atmosfereke wiha de di Tîrmeha 2001'ê de pêk hat. Baregeha hewayî ya leşkerî ya li herêma Katûnayake û baregeha hewayî ya navneteweyî ya li Bandananaîke kiribûn hedef. Balafirên ku ji bo sorkirina şer di demên dawî de ji Îsraîl û Rûsyayê hatibûn kirîn li van baregehan hatibûn bicihkirin. 21 komandoyên Tamîl ên baş hatibûn perwerdekirin, di vê êrişê de xisareke mezin dan hêza hewayî ya Srî Lankayê.

Li gorî Tamîliyan, dewleta Srî Lankayê di encama hin çalakiyan de ji sedî 45 ê kapasîteya hêzên xwe yên hewayî ji dest da. Bîlançoya ku di rojnameya Eelanathan a Srî Lankayê de hate weşandin wiha bû, 3 Airbus, 4 K-Fir bombardûman, 3 balfirên perwerdeyê yên K-8, 2 jetên şer ên Mîg-27, 2 helîkopterên êrişê yên M1-17, 2 helîkopterên Bell 412 û 2 helîkopterên VV1P 412 hatin îmhakirin. Her wiha 3 Airbus, 4 K-Fir bombardûman û helîkoptereke M124 û balafireke veguhastinê ya Antanov hatin xerakirin. Hikumetê ragihand ku bi 540 milyon dolarî xisirî ye.

'HEVDÎTINÊN OSLOYÊ' YÊN BI PIŞTGIRIYA DYE'YÊ

Li gel şer, her wiha dîplomasî jî di hin astan de dewam dikir. Vê carê aktorê 'navbeynkar' Norwêc bû. Her kesî zanîbû ku ev yek hewldanek bi piştgiriya DYE'yê ye. Di 19'ê Kanûna 2001'ê de bi navbeynkariya Norwêcê aliyan biryar dan ku piştî şerekî demdirêj jinûve li dora maseyê rûnên. Agirbest hate ragihandin, danûstandinan ji nû ve dest pê kirin. Lê belê wê demê du bûyerên li dijî LTTE'yê qewimîn. Yek ji wan; 11'ê Îlona 2001'ê êrişa li dijî herdu kûleyên cotik ên il DYE'yê, di asta navneteweyî de konsepta 'têkoşîna li dijî terorê' mezin bû. Ya duyemîn jî sala 2002'ân li eyaleta Tamîl Nadû ya Hindistanê, J. Joyalelîtha ku weke dijberê LTTE'yê dihate naskirin ji bo serokatiya eyaletê hate destnîşankirin.

Hikumeta Srî Lankayê bi sûdwergirtina ji konjonktura guherî jli aliyekî ve hevdîtinên aştiyê dewam dikir, li aliyê din jî lez dida trafîka dîplomaisyê ya navbera dewletan. Lîderê LTTE'yê di dema hevdîtinan de diyar dikir ku ew di avakirina dewleteke cuda de israr nakin, ji hewldanên ji bo çareseriya polîtîk kêfxweş in û ji bo pêkhatina van jî ne şert e ku ew li benda bidawîbûna danûstandinan bisekinin. DYE jî di nav de hemû dewletên ketin dewreyê timî bi bîr dixistin ku ew dixwazin LTTE bêçek bibe. Bersiva LTTE'yê jî zelal bû; 'Heta ku çareseriya dawî pêk were bila kes ne li bendê be ku em dest ji çekê berdin'.

Pêvajoya ku weke 'hevdîtinên Osloyê' dest pê kir tenê bi civînên li Osloyê bi sînor nema. Li paytexta Elmanya Berlînê, li Japonya, Taylandê jî hevdîtinên navbera heyetan dewam kir. Lê belê ji ber ku gavek bi kêrî çareseriyeke mayinde bê nehate avêtin, pêvajo bi pêş ve neçû. Sebir difûriya, faktorên cuda diketin dewrê.

FAKTORA JVP...

Janatha Vîmûkhtî Peramûna (JVP) ku tê wateya Eniya Rizgariya Gel, di sala 1967'an de ava bû. Ev partiya ku ragihand, hem ji Marksîzmê hem jî ji Maoîzmê bi bandor bûye, xwe hîn bêhtir welatparêz pênase dikir. Destpêkê piştgirî dan hikumeta wê demê, lê piştre li ber rabû. Xwe ewke radîkal, çepgir û wekhevîparêz didîtin. JVP ku xîtabî yên ji hikumetê nerazîne jî dikir, di demeke kurt de xwe bi rêxistin kir, bû xwedî hêza leşkerî û serhildanê. Di sala 1971'ê de bi rêya serhildanê derdora 50 cih û war kontrol kir. Piştî tedbîrên astengkirinê yên hikumetê ku bi piştgiriya derve xiste meriyetê, JVP ji lojîstîkê bêpar ma û zehmetî kişand. Bi operasyonên berfireh ên artêşê re bi hezaran milîtanên JVP'ê hatin kuştin, bi hezaran hatin girtin. Lîderê JVP'ê Rohana Wîjeweera jî sala 1989'an piştî ku hate destgîrkirin hate kuştin.

Bi pêşketina têkoşîna Tamîlê re JVP a ku xwe weke şoreşger-çepgir nîşan dida, ji nişka ve bû neteweperestê Sînhal. Di hilbijartinên sala 1982'an de dirûşma wan a bingehîn wiha bû, 'Ji bo beralîkirina metirsiya Eelamê, deng bidin JVP'ê'. JVP êdî veguherîbû partiyeke nasyonalîst. JVP'ê dijberiya xwe ya li Tamîlê roj bi roj mezintir dikir. Li gorî JVP'ê danûstandinên bi Tamîlan re divê tavilê bên rawestandin û çareseriya leşkerî bibe alternatîfa yekane.

Rejîma Srî Lankayê jî biryar da ku bi JVP re tevbigere. Serokdewleta wê demê Kûmaratûnga sala 2004'an bi JVP'ê re UPFA ava kir û di hilbijartina pêşwext de bi ser ket. Ev guherîn di heman demê de pêvajoya ku Rajapakse bike serok bi xwe re anî. Sala 2005'an di hilbijartinên serokatiyê de Rajapakse bi du partiyên neteweperestên tundrew re tifaq kir û bû serokdewletê nû yê welêt. Rajapakse desthilatdariya JVP a Nasyonalîst û JHU ya netewperestiya Bûdîst misoger kir û bi vê yekê re dengê şer bêhtir hate bihîstin. Ji ber ku vê tifaqa olperest-neteweperest dixwest dawî li diyalog û agirbestê bê anîn, piştre jî LTTE bê tasfiyekirin.

Sibe:

- Xiyaneta Karûna derbeke çawa li têkoşîna Tamîlan xist?
- Rajapakse çawa bû desthilatdar, sûîqesta li dijî Kadirgaman ji aliyê kê ve hate plankirin?
- Li welatê Tamîlan rê û rêbazên şer ên ne kêmê yên li Kurdistanê...

ANF | 'Modela Srî Lankayê' û Kurdistan -1 (anfkurdi.com)