Mismarî: Mutabaqata Netewî bi fuzeyan êrîşî sivîlan kir-NÛ BÛ

Berdevkê Artêşa Netewî ya Lîbya Ehmed El Mismarî, Hikûmeta Mutabaqata Netewî, bi fûzeyan êrîş bire ser jîngehên sivîlan.

Berdevkê Artêşa Netewî ya Lîbya Ehmed El Mismarî ragihand ku nêzî 20 fuze li bajarê Terhûne yê dikeve başûrê rojhilatê paytext Trablûsê. Mismarî diyar kir ku di êrîşa ji aliyê Hikûmeta Mutabaqatê ve hate kirin de, sivîl hatine hedefkirin.

‘EM AMADE NE BERSIV BIDIN’

Berdevkê Artêşa Netewî ya Lîbya Ehmed El Mismarî diyar kir ku divê êdî Neteweyên Yekbûyî ‘terorîstên rast’ bibîne û nerazîbûn nîşan bide, hişyariya ku amade ne bersiva her cûre êrîşan bide.

TIRKIYE BÊ NAVBER ÇETEYAN DIŞÎNIN LÎBYAYÊ

Mala Çavdêriyê ya Sûriye (SOHR) ragihand ku yekîneyên îstixbarata Tirk çeteyên li Girê Spî birine Tirkiyeyê û ji wir jî şandine Lîbyayê.

SOHR’ê ragihand ku îstixbarata Tirkiyê ji çeteyên “Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê” xwest ku lîsteya navên bi sedan çeteyan ku bişînin Lîbyayê eşkere bikin. SOHR diyar kir ku komên çete yên bi navê Ehrar El-Şerqiyê, Sultan Murad û Artêşa Şerqiyê navê 2 hezar 200 çeteyên ku biçin Lîbyayê dane.