Mezintirîn jiholêrabûna dîrokî ya serdema Permiyenê

Beriya niha bi 252 milyon salî, di serdema Permiyen-Triyas de mezintirîn jiholêrabûna dîrokî pêk hat.

Nêzî 90 ji sedî yê zindiyên li nava deryayê û 70 ji sedî yê mazmazkên li ser rûyê erdê qelihîn. Hema bêjin temamiya marîjokan ji holê rabûn.

Felaket gelekî mezin bû ku temamiya nebat û kêzikan jî tine bûn. Gelo tinebûneke bi vî rengî ya jiyanê li cîhanê di wexteke çawa de pêk hat? Sedema vê jiholêrabûnê çi bû?

Lêkolîneke nû ku li Geologîcal Socîety of Amerîca Bûlletînê hate weşandin, bersivê dide tinebûna serdema Permiyen-Triyasê. Tîmeke ji zanyaran ku li bemahiyên li herêma Penglaîtan a li başûrê Çînê lêkolîn kirin, gotin ku jiholêbûna mezin di nava 30 hezar salî de pêk hatiye.

Li gorî lêkolîneran, teqîna volkana mezin a li Sîbîryayê dibe ku rê li ber vê jiholêrabûnê vekiribe. Bermahiyên lêkolîn li ser wan hate kirin nîşan dan ku lavên ji volkanê derketine li qadeke ji 2 milyon kîlometre çargoşeyê belav bûne. Ji ber teqînê her wiha rêjeyeke zêde ya kukurt dîoksît, metan û karbondîoksîtê li atmosferê belav bû. Ev gazên serayê jî bûn sedem ku avhewa zû germ bibe û okyanûs bi asîtê bibe.