Merkel  li ser peymana nukleerê ya Îranê hate ser xeta Trûmp

Merkel ku ev 3 sal in peymana nukleerê ya bi Îranê re diparêze, piştî ku bi Trûmp re rûnişt got, Peyman ‘’ji bo ku Tehranê sînordar bike têrê kêm e’’.

Peymana nukleerê ku 2015’an di navbeyna Îranê û DYA, Elmanya, Çîn, Rûsya, Fransa û Kraliyeta Yekbûyî ve hatî îmzekirin, ji hêla Serokê DYA’yê Doland Trûmp ve nehatibû qebûlkirin. Lê di serî de Elmanya gelek endamên welatên YE’yê gotibûn peyman bi rengê berdest bila domdar be.

Serokwezîr Elmanya Angel Merkel jî îro piştî ku bi Trûmp re rûnişt got peyman ‘kêm’ e. Merkel got peyman ji bo ku Îran xebatên nukleerê kêm bike baş e lê têrê nake ku armancên Tehranê kontrol bike.

Merkel got zehf girîng e ku YE û DYA li ser peymana nukleeê bi rayekê bin.

Peymana ku  di dema Barack Obama de hatî îmzekirin ji hêla Donald Trûmp ve nayê qebûlkirin. Trûmp herî dawî ragihandibû ku bi çarçoweya peymanê pêkirinên li ser Îranê cara dawî texîr dike. Bi vî rengî tê tekezkirin ku 12’ê Gulanê Trûmp peymanê ji rojevê derxîne.

Trûmp dixwaze xalên tund tevlî peymanê bibin.