Meksîka wê hevkariya xwe ya bi DYA re ji nû ve binirxîne

Hikumet Meksîkayê ragihand ku ji bo ji nû ve nirxandina hevkariya xwe ya bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) re wan biryar standine.

Wezîrê Karên Derve yê Meksîkayê Luis Videgaray bal kişand ser nerazîbûna li biryara Serokê DYA Donald Trump ku wê Mihafizên Neteweyî li ser sînorê Meksîkayê bi cih bike.

Videgaray ji radyoya Grupo Formula re axivî û anî ziman, ewlekariya sînor tansiyona navbera herdu welatan zêde kiriye. Videgaray diyar kir, ji ber aloziya navbera her du welatan wê Serokdewlet Enrique Pena Nieto li ser DYA 'hin biryaran' bide.

Wezîrê Karên Derve da xuyakirin ku hê ti biryar nehatine standin û li ser biryarên bên dayin agahiyek berfireh neda.