Meclîsa Fransayê tevî grevê jî pêşnûmeya li ser SNCF'ê qebûl kir

Tevî xwepêşandanên tund ên protestoyî û grevên ku ev hefteyeke li Fransayê têne kirin, pêşnûme qanûna ku şîrketa rêyên hesinî (SNCF) li reqabetê vedike hate qebûlkirin.

Dengdana li ser pêşnûmeyê li Meclîsa Neteweyî hate kirin û di encamê de pêşî li taybetîkirina SNCF'ê hate vekirin ku wê li reqabetê bê vekirin.

Di dengdanê de 20 parlamenteran dengê "na", 74 parlamenteran jî dengê "erê" dan. Eger pêşnûme qanûn li Senatoyê jî were qebûlkirin wê şîrket ji sala 2020'î û pê ve li reqabetê bê vekirin.

Bi banga gelek sendîkayan, hefteya derbasbûyî grevê dest pê kir. Tevî grevê jî, hikumet pêşî li taybetîkirina SNCF'ê vedike û mafên xebatkarên rêyên hesinî kêm dike.

Grevên ku duh gelek sektor tevizand, wê hefteyê du rojan bên kirin û 3 mehan dewam bikin.