'Me ji bo Mandela kir, em ê niha jî ji bo Ocalan bikin'

Li Îngilîstanê di kongreyên sendîkayên karkeran, mamoste, ajokarên trenê, arkuj û ragihandina deryayî de ku bi milyonan endamên xwe hene, biryar hate dayin ku ji bo azadiya Ocalan bi rengekî çalak têkoşîn bê kirin.

Kampanya "Freedom for Ocalan / Azadî ji Ocalan re" ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, bû yek ji kampanyayê herî mezin ên li Brîtanyayê. Sendîkayên ku bi milyonan endamên wan hene vê kampanyayê bi rê ve dibin. Kampanya her mezin dibe.

Berdevkê Federasyona Sendîkaya Karkeran a Giştî (GFTU) Doûg Nîchools li ser kampanyayê ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî.

Nîchools got, çawa ku bi sendîkayên xwe yên mezin re wan ji bo Nelson Mandela dest bi kampanyayekê kiribûn, niha jî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi heman awayî kampanyayê dimeşînin û got, "Weke GFTU me parlamenterên HDP'ê ji bo kongreya xwe ya giştî vexwendibûn. Li ser êrîşên li Tirkiye, Sûriye û Iraqê yên li dijî Kurdan me li parlamenteran guhdarî kiribûn, li ser kampanya ji bo azadiya Ocalan em axivîbûn û me biryar dabûn ku destekeke xurt bidin. Em ê ne tenê piştgiriyê bidin kampanyayê, her wiha vê havînê em ê festîvaleke mezin a çanda Kurd organîze bikin. Ji bilî vê yekê, sendîkaya me TUC jî tevî hemû sendîkayên din ji bo kampanya 'Azadî ji Ocalan re' dixebite."

Nîchools bal kişand ser tecrîda giran a li ser Ocalan û diyar kir ku li ti devera cîhanê tecrîdeke ku rê nade hevdîtina parêzer û malbatan li ser kesî nîne. Nîchools got, "Şert û mercên ku Ocalan tê de ye, gelekî giran e. Divê em destekê dibin hemû girtiyên polîtîk ên di nava van mercan de tên girtin. Wekî din, nêrîn û nivîsên Ocalan weke mifteya ku aştiyê bîne Sûriyeyê û gelemperiya cîhanê tên dîtin. Demokrasî, hurmeta li jinê, wekhevî û xwerêvebirina mirovan bi rengekî demokratîk, Ocalan derdixîne pêş. Li gorî me, Ocalan xwedî wê îdeolojiyê ye ku dikare aştî û aramiyê bîne herêmê û cîhanê. Sedema girtina wî jî ev e. Û ji ber vê yekê em dixwazin ew were berdan."

Nîchools diyar kir ku di çarçoveya kampanyayê de ew beriya her tiştî hewl didin xwe bigihînin sendîkayên xwe û bi vî rengî bikin ku destekê bidin kampanyayê. Nîchools got, "Her ku destek zêde dibe em jî kampanya xwe didomînin. Destpêkê me ji hemû sendîkayên xwe re nivîsand û destek ji wan xwest. Piştre li gelemperiya welêt hevdîtinên me çêbûn. Di van civînan de em li ser mijarê agahiyê didin civakê, her wiha işaretê bi girîngiya desteka ji bo kampanyayê dikin. Dema pêş jî çawa ku me ji bo Mandela kir em ê di çarçoveya kampanyayê de heman çalakî û organîzasyonan pêk bînin. Em ê hewl bidin mirovên navdar tevlî kampanyayê bikin. Ev kampanya li gelemperiya cîhanê ye. Heta niha di çarçoveya kampanya 'Azadî ji Ocalan re' nêzî 10 milyon îmze hatine komkirin. Ya rast, ev kampanya her wiha gelekî populer e. Armanceke me ya din jî ew e ku kampanya di medya navendî de jî bê nîşandan."