Maliyeta aborî ya bobelatên sirûştî  di 2017’an de pir zêde bû

Hate ragihandin ku maliyeta aborî ya bobelatên sirûştî û karesatên çavkaniya mirovî di sala 2017’an de bû 340 mîlyar dolar.

Şirketa Swîss Re texmînên têkildarî maliyeta bobelatên sirûştî û karesatên çavkaniyên mirovan a sala 2017’an diyar kir. Li gorî Swîss Re yê maliyeta aborî ya bobelatên sirûştî, şewat, qezayên sanayî û karesatên çavkaniya mirovî 337 mîlyar dolar e.

Piştî karesatan maliyeta ku şîrketan girtî ser xwe 144 mîlyar dolar e. Ev jî ji bo şirketên sîgortayê di sala 2017’an de saleke bi ziyan bû. Swîss Re ev 50 sal e, her sal têkildarî maliyeta karesatan nirxandinan dike.

Di texmînên ku meha Kanûnê de hatibûn kirin, maliyeta aborî ya karesatan weke 306 mîlyar dolar hatibû diyar kirin.

Karesata Marîa, Îrma û Havvey ku li başûrê DYA û Karayipler xist, maliyeta wê tenê 217 mîlyar dolar bû. Maliyeta şîrketên sîgortayê jî 92 mîlyar dolar bû. Di sala 2005’an de piştî karesatên Katrîna, Rîta û Wîlma ji bo şîrketên sîgortayê sala duyemîn ya bi maliyet bû.

Maliyeta şewatan jî ji bo şîrketên sîgortayê bi 14 mîlyar dolar re derket asta rekor ê. Bi taybet li Kalîforniya, Kanada û Portekîzê şewatên daristanên yên mezîn çêbûn.

Di sala 2017’an de karesat, şewatên daristanan û bobelatên sirûştî, bablesîka Debbîe a li Avûstralya û erdhejên li Meksîkayê jî lê zêde bûbûn.