Malbata Demîrtaş a diçû hevdîtinê qeza kir

Malbata Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş dema ku diçû Girtîgeha Girtî Tîpa F a Edîrneyê ku hevdîtinê bikin li Çorlûyê qeza kir.

Malbata Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattîn Demîrtaş, dema ku ji bo hevdîtinê diçû Girtîgeha Tîpa F a Edîrnê, li nêzî Çorlû qeza kir.

Li gorî agahiyan, di wesayîta qeza kir de bavê Demîrtaş Tahîr Demîrtaş, Dayika wî Sadiye Demîrtaş, xezûrê wî Mehmet Akkaya, bûrayê wî Huseyîn Akkaya û zavayê wî Fesîh Turkmen hebûn.

Xizmên Demîrtaş ên hatin diyar kirin ku rewşa wan başe, rakirin nexweşxaneyên li bajêr.