Macron Serokwezîrekî nû anî ser kar
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron piştî ku hikûmetê îstîfa kir Jean Castes anî ser serokwezîrtiyê.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron piştî ku hikûmetê îstîfa kir Jean Castes anî ser serokwezîrtiyê.
Piştî ku hikûmeta Edouard Phîlîppe îstîfa kir Serokkomar Emmanuel Macron Serokwezîrekî nû anî ser kar.
Serokê Şaredariya Pradestê ya Komarparzan Jean Castes bû Serokwezîrê nû yê Fransayê.
Castes weke rastgirekî sosyal û nerm tê dîtin, piştî Wezareta Tendiristiyê û Wezareta Xebatê Sibata 2011'an bûbû yek ji alîkarê Serokkomarê berê Nîcolas Sarkozy.
Tê payin pêkhateyên hikûmeta nû heta roja Çarşemê diyar bibe.
Rojnameya Le Fîgaro ser Serokwezîrê nû got,''Alîgirê Sarkozy''. Castes weke kesekî ku serwextî qada tendiristiyê tê naskirin. Macron van du salên mayî yek ji qada ku dixwaze reformê bike sektora tendiristiyê ye.
Phîlîppe yê ku îstîfa kirî komarparêzekî kevn bû. Phîlîppe bi temamî li pişt polîtîkayên Macron nedisekinî, nexasim di rêveberiya krîza tendiristiyê de bû xwedî îmajeke neçe. Di nav wekîlên alîgirê Macron de jî dilxwazên wî hebûn. Tê gotin di navbeyn Macron û Phîlîppe de hin arîşe hene.