Macron diçe Bexdayê

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron di vê pêvajoyê de ku aloziya di navbera wan û Tirkiyeyê de zêde dibe wê biçe serdana Bexdayê.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên hikumeta Iraqê dane AFP’ê wê Serokkomarê Fransayê Macron di 2’ê Îlonê de bi awayekî fermî biçe serdana Bexdayê. Piştî serdana Lubnanê wê Macron biçe Bexdayê.

Qesra Elysse hê serdana Macron piştrast nekiriye lê li gorî çavkaniyên ji Iraqê wê hevdîtin li ser ‘serweriya’ Iraqê be. Halê hazir Tirkiye seweriya Iraqê bin pê dike.

Di meha Tîrmehê de jî Wezîrê Karê Derve Jean Yves le Drîan jî çûbû serdana Bexdayê . Di 27’ê Tebaxê de jî Wezîra Parastinê ya Fransayê Florence Parly jî çûbû serdana Bexda û Hewlêrê û bal kişandibû ser têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê. Di rojeva Parly de êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê jî hebû lê di vî warî de agahî nehatin dayin.

Hate diyarkirin ku wê Macron neçe Hewlêrê lê hêvîdar e li Bexdayê bi rêveberên Kurd re jî bicive.