MŞD: Tecrîd dewama komployê ye

MŞD: Em tecrîdê bi tundî şermezar dikin û bang li Koseya Ewropa, Yekîtiya Ewropa, CPT’ê û Dîwana Edaletê ya Ewropayê dikin ku demildest berpirsyarên xwe bînin cih û dawî li tecrîdê bê anîn.

Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat bi daxuyaniyekê komploya navneteweyî şermezar kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployeke bêbext û namerdî hate girtin. Em weke MŞD’ê vê komploya bêbext bi tundî şermezar dikin û bang li Konseya Ewropa, Yekîtiya Ewropa, CPT’ê û Dîwana Edaletê ya Ewropayê dikin ku berpirsyariyên xwe bînin cih û tecrîda li ser Ocalan bê rakirin.

MŞD’ê di berdewama daxuyaniya xwe de diyar kir ku dewletên navnetewî û Tirkiyeyê xwest bi dîlgirtina Ocalan têkoşîna mirovahiyê tasfiye bike. Çawa ku bi peymana Lozanê Kurdistan parçe kirin, xwestin bi komploya navneteweyî jî, polîtîkaya tunekirinê bidomînin û di qirkirinê re derbas bikin. Lê belê berxwedana Ocalan a li Îmraliyê hemû planên navneteweyî têk birine. Nêrîn û paradîgmaya wî ji hemû Kurdistan û Rojhilata Navîn re bûye hêviya gelan. Derxistina DAÎŞ’ê, projeya hêzên navneteweyî bû. Berê DAÎŞ’ê dan gelê Şengalê xwestin di kesayetiya Êzidiyan de ji Rêber APO tolê rakin. Lewre ramanên Ocalan hişt ku nakokiyên di navbera gelan de rabin, aştî, aramî û azadiya gelan pêk bê.

Rêber APO got ku ‘divê civaka Êzidî bê parastin. Ji bo wê jî divê gelê şengalê bê rêxistinkirin û bibe xwedî hêza xweparastinê ku bikare hebûna xwe biparêze.’

Lewre niha civaka me Êzidî xwedî rêxistingerî û hêza xwe ya parastinê ye. ji bo wê jî azadiya rêber APO azadiya civaka Êzidî û Rojhilata Navîn e. Lewma di serî de civaka me ya Êzidî, em bang li tevahiya gelê Kurd dikin ku bi giyana seferberiyê rabe û wisa tevbigere ku komploya navneteweyî vala derkeve. Em ancax dikarin bi berxwedanê tecrîdê bişkînin û Rêber APO azad bikin."