MŞD: Em hatina Erdogan a Elmanyayê protesto bikin

Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat (MŞD) diyar kir ku ew ê hatina serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan a Elmanyayê protesto bikin.

Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat (MŞD) diyar kir ku ew ê serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di 28’ê Îlonê de were Elmanyayê û hikumeta Elmanyayê ew ê wî bi fermî pêşwazî bike. MŞD’ê têkildarî hatina serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan a Elmanyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand û xwest ew hatina Erdogan a Elmanyayê protesto bikin.

Daxuyaniya MŞD’ê wisa ye:

"Bi vexwendina fermî ya hikumeta Elmanyayê, serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ew ê di 28 û 29’ê Îlonê de ji aliyê hikumeta Elmanyayê bi fermî were pêşwazîkirin.

Erdogan bi çekên Elmanyayê gelê me li Başûrê Kurdistanê û li Rojava qetil dike. Erdogan bi çekên hikumeta Merkel civaka me ya Êzidî li Şengal û Efrînê qetil kir û êrîşî Şengalê dike. Erdogan dixwaze êrîşî civaka me ya Êzidî ya li Şengalê bike û demografiya wê derê biguherîne.

Elmanya bi fermî Erdogan pêşwazî dike û diyar dike ku ew piştgiriyê dide dîktator Erdogan.

Divê civaka Êzidî êrîşên li ser Şengalê û fermana li ser Êzidiyan ji bîr neke, ji ber ku heman rêbaz li Efrînê jî hate kirin. Em li ser navê Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat bang li hemû welatparêz û civaka xwe ya Êzidî dikin ku li dijî dîktator Erdogan û helwesta hikumeta Elmanyayê daketin qadan. Çalakiyên protestoyê ew ê di 28’ê Îlonê de li Potsdamerplatza Berlînê û di 29’ê Îlonê de li Deûtzer Werfta Kolnê pêk were."