Lîdera nû ya CDU’yê Kramp-Karrenbaûer e

Seroka partiya desthilat a Elmanya êdî Annegret Kramp-Karrenbaûer e. Di hilbijartina tûra duyemîn a li kongreya Hambûrgê de, bi piraniya dengan li şûna Serokwezîr Merkel, Kramp-Karrenbaûrer weke serok hate hilbijartin.

Partiya Yekîtiya Demokrat a Xisristiyanan a Elmanya ji îro û şûnde dikeve serdemekî nû. Merkel a 18 sal seroka CDU'yê bû, di encama hilbijartinê de Annegret Kramp-Karrenbaûer bû seroka nû ya CDU'yê.

Rikberiya navbera serokatiya CDU’yê di navbera sê kesan de pêk hat. Sekretera Giştî ya CDU Annaegret Kramp-Karrenbaûer, Serokê koma berê yê CDU’yê Freîedrîch Merz û Wezîrê Tenduristiyê Jens Spahn bûn. Pêşbaziya ku 999 kesan têde deng bi kar anî, di tûran yekê de Kramp-Karrenbaûer ji sedî 45 dengan, Merz jî ji sedî 39,2 û Jens Spahn jî di tûra yekê de ji sedî 15,7 deng bidest xisti.

Piştî tûra yekem a kes ji sedî 50 bi dest nexist derbasî tûra duyamîn bûn. Ev pêşbazî di navbera Kramp-Karrenbaûer û Merz de derbas bû. Di dengdana veşartî hate kirin de Kramp-Karrenbaûer dengê 512 delegeyan bi dest xist û bû serokê partiyê yê nû. Merz jî 482 deng bi dest xist.

Bi serketina Kramp-Karrenbaûer a 50 salî û dayika 3 zarokan re Serokwezîr Merkel aram bû. Ji ber ku eger Merz bihatiba hilbijartin maseya serokwezîrtiyê ya Merkel jî dikete xeteriyê. Di hilbijartina giştî ya ku partî kire du beş de, Serokê Meclîsa Federal a Wolfganag Schaûble Merz destek dikir.