Li Zîmbabveyê li ser zêdetirî mîlyonek zarok metirsiya birsîbûnê

Piştî ku Robert Mûgabe neçar ma bi zorê ji peywîra xwe hate girtin, hate ragihandin ku li Zîmbabve ya ku krîza aborî bi dawî nebûyî herî kêm 1.3 mîlyon zarok rû bi rû birsîbûnê ne.

Li gorî daxuyaniya  Bernameya Gida ya Cîhanê (WFP) ya girêdayî Netewên Yekbûyî (NY) ve hate gotin ku welatê ku şêniya wê 14 mîlyon e ji 10’an yekê wê di nava birsîbûnê de dijîn. Berdevkê WFP’ê Ashley Baxstrom got eger tevdîr neyên girtin wê di mehên pêşiya me de gefeke cidî ya birsîbûnê were jiyîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku gefa birsîbûnê ya li welat wê li bajarên mezi jî bixe û divê tevdîrên pêwîst werin girtin.

Berdevkê WFP Baxstrom banga alîkariyê li welatên cîhanê kir.

Saziya sivîl a bi navê Tora Hişyariya Zû ya li Dijî Birsîbûnê daxuyanî da û hişyarî da ku wê gefa birsîbûnê ya li Zîmbabvê mehên Biharê jî bidome.Piştî ku Robert Mûgabe neçar ma bi zorê ji peywîra xwe hate girtin, hate ragihandin ku li Zîmbabve ya ku krîza aborî bi dawî nebûyî herî kêm 1.3 mîlyon zarok rû bi rû birsîbûnê ne.