Li Zelanda Nû komkujî: Herî kêm 49 kes hatin kuştin -NÛ BÛ

Li Zelanda Nû kesekî rastgirê tund êrîş bir ser du mizgeftan. Herî kêm 49 kesî jiyana xwe ji dest dan, 20 kes jî birîndar bûn.

Komkujî 15'ê Adarê roja Înê li bajarê Christchurchê hate kirin. Li gorî bîlançoya destpêkê, ji ber êrîşa li her du mizgeftan herî kêm 49 kesî jiyana xwe ji dest dan, 20 kes jî birîndar bûn. Piştî êrîşê 4 kes hatin destgîrkirin.

Serokwezîr Jacinda Arden diyar kir ku li welêt yekemcar di asteke wiha awarte de êrîşeke tund tê kirin.

Serokwezîr got, "Eşkere ye ku ev yek tenê weke êrîşeke terorîstî dikare bê dîtin."

SEROKWEZÎR: EV WELAT Ê WAN E, ÊRÎŞ LI DIJÎ ME YE

Arden anî ziman, welat di rojên herî tarî de ye û diyar kir, koçber û penaberên bûn qurban, "Dibe ku xwestin vê derê ji xwe re bikin welat, lewma Zelanda Nû hilbijartin." Arden got, "Ev der welatê wan e. Ew em in. Kesê ku ev şîdet kir, li dijî wan nekir, li dijî me kir."

ÊRÎŞKAR RASTGIREKÎ TUND Ê AWÛSTRALYAYÎ YE

Hate ragihandin, sê ji destgîrkiriyan mêr in, yek jî jin e. Serokwezîrê Awûstralyayê Scott Morrison daxuyaniyek da û diyar kir, yek ji kesên komkujî kirine welatiyê Awûstralyayê ye û weke "terorîstekî rastgir û tund" dihate naskirin.

Polîsên Zelanda Nû diyar kirin, li wesayitên gumanbar madeyên teqemeniyê hatine dîtin û bêbandorkirin. Asta alarmê ya li Zelanda Nû hate bilindkirin.

ÊRÎŞ BI RENGEKÎ ZINDÎ WEŞAND

Li gorî agahiyan, êrîşkar yek ji her du êrîşan bi zindî di medya civakî de weşandiye. Dîmenên wê jî 20 deqe ne. Di dîmen de xuya ye ku êrîşkar bi çekê li mirovên li mizgeftê direşîne.

Tê gotin, êrîşkarê rastgir ê tund, li platformeke înternetê manîfestoyeke komploger û dijberî Îslamê weşand.