Li Yemenê otobusa zarokan bû hedef

Li Yemenê koalîsyona ku Siûdî Erebistan pêşengiya wê dike, li dijî otobuseke zarokan êrîşek li dar xist. Di êrîşî de 12 zarokan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Li Yemenê hêzên koalîsyonê ya ku Siûdî Erebistan pêşengiya wê dike, li Bazara Dahyanê wesayîteke zarokan kir hedef. Di bomberdûmanê de 10 kes mirin û zarok jî di nav de gelek kes birîndar bûn.

Di daxuyaniya Xaça Sor a Navneteweyî de hate diyarkirin ku birîndar rakirine nexweşxaneyeke li bajarê Saadayê.

Çapemeniya herêmî ya li Saadayê jî diyar kir ku di êrîşê de 39 kes mirine û zarok jî di nav de 51 kes birîndar bûne.

Di çapemeniyê de hate gotin ku, “Otobuseke dibistanê ya zarokan bû hedefa êrîşan û gelek zarok mirin. Zarokên ku jiyana xwe ji dest dane, temenê wan biniya 15’an e.”