Li Yemene niha jî şerê Başur-Bakur dest pê kir

Li Yemenê ku ji 2015'an û vir ve şerê navxwe lê heye, piştî ku cihên girîng ên li Adenê yên bi kontrola hêzên hikûmetê ketin destê 'hêzên dilxwazin veqetîna  Başûr' şer kete qonaxeke nû.

Li Yemenê şerê navxwe yê di navbeyna milîsên Hûsî de yên bi kontrola Îranê û yekîneyên Serok Dewlet Evd Rebdo Mensû Hadî yên bi desteka Siûdî didome. Lê van rojên dawî şer di navbeyna yekîneyên bi ser Hadî ve û koma bi navê ''Kordona Ewlehiyê'' ve tê kirin, ku ev kom bi ser Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî (MEY) ve ye û dilxwazin ku Yemena Başûr veqere.

ADEN KETE DESTÊ QESRA SEROKTIYÊ

Ji Çarşemê û vir ye, şer li mezintirîn bajarê di dest hêzên Mensûr Hadî de bû, duh bajar kete dest hêzên Kordonoa Ewlehiyê ya Qesra Seroktiyê. Tê gotin ev hêza bi deste MEY gelek cihên leşkerî bi dest xistin.

Wezareta Karê Derve ya hikûmeta Yemenê ku ji hêla qada navnetewî ve tê naskirin, rexne li MEY'ê anî û bang kir ku bes alîkariyê bide hêzên ku alîgir in Başûr ji Yemenê qut bibe.

Wezîrê Karê Derve yê MEY'ê Evdile bîn Zayed jî got bang kir aqil tevbigerin û diyar kir welatê wî ji bo ku tansiyonek bikeve wê hewl bide.