Li Yemenê êrîşa hewayî: Herî kêm 7 kes mirin

Di êrîşeke hewayî ya ji aliyê Koalîsyona Ereb a bi pêşengtiya Siûdî Erebîstan a li Yemenê de, herî kêm 7 kes mirin.

Li gorî televîzyona El Masîra ya girêdayî milîsên Hûsî, balafirên şer roja Yekşemê navçeya Horan a girêdayî parêzgeha Beyda ya navendê bombe kirin.

El Masîra ragihand ku di êrîşê de mêrek, li gel 4 jin û 2 zarokan mirine. Li gorî ajansa nûçeyan a Sana yê jî bîlançoyek hê girantir da. Li gorî Sana yê herî kêm 10 kes mirine.

Li Yemenê ji meha Tebaxa 2014’an û vir ve şer e. Paytext Sana û herêmeke berfireh a wealt di destê Hûsiyan de ye. Ji Adara 2015’an ve Koalîsyona Ereban bi mudaxelekirina Hûsiyan re şer hê kûrtir bûye. Di şerê dom dirêj de li gorî NY’yê nêzî 10 hezar kes mirin û 35 hezar jî birîndar bûne.