Li Yemenê êrîşa hewayî: Herî kêm 100 kes mirin

Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî diyar kir ku Koalîsyona Ereban li Yemenê êrîşeke hewayî li dar xistiye û herî kêm 100 kes mirine.

Berpirsê Komîteya Xaça Sor a li Yemenê Franz Raûchensteîn got “Li gorî texmînan herî kêm 100 kes hatine kuştin.”

Raûshensteîn diyar kir ku ew birîndaran ji bin kavilan derdixînin lê îxtîmala derketina bi saxî gelekî qels e.

Êrîş li dijî girtîgehekê hate kirin a di bin kontrola Hûsiyan de ye. Li gorî jêderkên Hûsiyan li ser hev heft êrîş hatine kirin. Li gorî Hûsiyan li vê derê 170 girtî hebûn.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî di şerê Yemenê de 3,3 milyon kesan ji neçarî koç kirine û 24,1 milyon kes jî li benda alîkariyê ne.