Li Xezayê bi hezaran kes li ser sînorê Îsraîlê di çalakiyê de ne

Li Xezayê li ser sînorê Îsraîlê bi hezaran Filîstiniyan dest bi çalakiyê kirin. Di şer de kesekî ji Filîstinê hate kuştin.

Lİ Xezayê ji 30’ê Adara 2018’an û vir ve her roja Înê li nêzî bariyerên Îsraîlê bi navê ‘Meşa vegera mezin’ çalakiyên protestoyê tê lidarxistin. Gelê Filîstînê bi van çalakiyan dorpêçkirina Îsraîlê protesto dike û dixwaze penaber vegerin ser axa xwe.

Di salvegera yekemîn a van çalakiyan de bi hezaran kesan berê xwe dan sînor.

Li Xezayê bi hezaran kes bi alayên Filîstînê dest bi meşê kirin. Li hin cihan çalakger nêzî bariyeran bûn û kevir avêtin leşkeran. Leşkeran jî gule li ser girseyê reşand û bombeyên gazê avêt ser wan. Di van şeran de ciwanekî 20 salî yê ji Filîstînê hate kuştin.

Serokwezîrê Îsraîlê bi hezaran leşker li ser sînor bi cih kir û gef xwar ku ew ji operasyona mezin re amade ne.

Di saleke dawîn de li ser sînor Îsraîlê 260 kesên ji Filîstînê qetil kir. Di wan şeran de 2 leşkerên Îsraîlê mirin. Di çalakiyan de 6 hezar Filistînî jî birîndar bûn.

Di nava hefteyê de Gerînendeyê Herêma Rojhilata Navîn û Efrîkaya Başûr ê ÛNÎCEF’ê Geert Cappelaere diyar kir ku di 12 mehên dawîn de nêzî 40 zarok di van xwepêşandanan de mirine.