Li Xakurkê şer qewimî, gelek leşkerên Tirk hatin kuştin

Hate ragihandin ku li herêma Xakurkê ya Başûrê Kurdistanê di navbera gerîlayên HPG'ê û leşkerên artêşa Tirk a dagirker de şer qewimî. Di şer de sê leşkerên Tirk hatin kuştin.

Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku li girê Şehîd Sarya yê herêma Xakurkê ya Başûrê Kurdistanê îro serê sibehê di navbera hêzên gerîla û leşkerên artêşa Tirk a dagirker de şer qewimî.

Li gorî heman çavkaniyan di şer de 3 leşkerên Tirk hatine kuştin ku yek ji wan fermandarê operasyonê bû.

Di derbarê şer de Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê heta vê kêliyê tu daxûyaniyek nedaye.