Li Xakurkê derbên giran li dagirkeran hate xistin

HPG'ê ragihand ku gerîlayan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Ronya û Şehîd Bager de li dijî leşkerên Tirk rêzeçalakî lidarxistin. HPG'ê got di çalakiyan de gelek leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê (HPG-BİM) têkildarî çalakiyên gerîlayan ên li dijî dagirkeriya artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand. 

Daxuyaniya HPG'ê wiha ye;

"Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd  Ronya ku li Qadên Parastinê yên Medyayê didome li dijî artêşa TC'ê ya dagirker ku li herêma Xakurkê bi tevgera dagirker e, çalakiyên karîger kirine. Bi vê çarçoweyê;

13'ê Tîrmehê artêşa dagirker ku dixwest leşkeran li Girê Koordîne deyne hêzên me çalakiyeke sabotajê kirine. Di vê çalakiyê de ji yekîneya dijmin ku bûye hedef 2 leşkerên dagirker hatine kuştin.

15'ê Tîrmehê saet 09.30'î li dijî kozik û strateyên artêşa TC'ê ya dagirker ên li Girê Şehîd Derwêş çalakiyek hatiye kirin. Hêzên me li konteynireke dagirkeran a li serê gir xistine. Di çalakiyê de konteynir bi temamî derb xwariye û di vê çalakiyê de 4 leşker hatine kuştin.

15'ê Tîrmehê saet 13.00'an li dijî yekîneyên artêşa dagirker ku hewl dide li Girê Helîkoptêrê bi cih bibe hêzên me çalakiya sabotajê kirine. Di vê çalakiyê de gelek leşkerên dijmin bûne hedef û derb xwarine. Hijmara kuştî û birîndarên leşkeran diyar nebû.

16'ê Tîrmehê (Îro) saet 08.00'an hêzên me yekîneyên dijmin ên li Girê Şehîd Derwêş dîsa kirine hedefa xwe. Li dijî leşkerên ku dixwestin bi cih bibin çalakiyeke suîkastê hatiye kirin û leşkerek hatiye kuştin.

OPERASYONA LI ÇEWLÎKÊ PAŞVE VEKIŞIYA


Artêşa TC'ê ya dagirker 1'ê Tîrmehê li Çewlikê, li qadên Yayleder, Şehîd Hesen, Lameç, Şevdîn û Baravê operasyon daye destpêkirin. Di vê operasyonê de ku heta 10'ê Tîrmehê dom kirî hêzên dijmin bê encam ji van qadan vekişiyane."