Li welatê ku derzîlixwedan lê nebû, ji sorikê gelek kes mirin

Li Giravên Samoa ji ber nexweşiya sorikê ku tê texmînkirin ji turîstekî geriyaye, piranî jê zarok bi kêmanî 60 kes mirin, tê gotin kêmbûna rêjeya derzîlixwedanê bûye sedema ku zêde kes bimirin.

Ji bo pêşîlêgirtina nexweşiyên hêlî rola derzîlixwedanê pir girîng e, li wan welatên ku rêjey derzîlêxwedanê ne zêde ye, nexwewşiyên ku bi şertên normal mirov dikare pêşî li wan bigire dibe sedema mirinê.

Li Giravên Samoa ya Pasîfîka başûr ji ber hêla sorikê bi kêmanî 60 kes mirin, diyar bû ku vîrûsa ku bûyî sedema nexweşiyê ji turîstekî Zelandaya Nû geriyaye. Li gorî nûçeya radyoyaya Fransî France Interê, ji ber hêla li Giravên Samoa a bi nifûsa 200 hezarî, seferberiya derzîlixwedanê hate ragihandin. Di nûçeyê de tê gotin sêka nifûsê derzî li xwe nedaye û ji bo ku kampanya zû berbelav bibe, hatiye xwestin ev kes alaya spî yan jî sor bi malên xwe ve daleqîanin.
.
Ji ber hêla ku beriya bi mehek û nîvê dest pê kirî, nêzî 50 kesên ku mirine zarok in. Li gorî daneyên fermî heta niha 52 kesên ku mirine temenê wan di bin 4 salan de û tevahî 60 kes mirine. Lê ji ber ku vîrûs bi kêmanî di 4 hezar kesî geriyye tê texmînkirin ji ber vîrûsê zêdetir kes bimirin.