Li Venezûelayê operasyon li dijî komeke 'darbekar' hate kirin

Hat ragihandin, operasyon li komeke 'darbekar' hatiye kirin û di encamê de gelek kes hatine kuştin.

Li dijî 'hucreyeke terorê' ya bi serkêşiya pîlotê berê yê polîsan Oscar Pêrez ê Hezîrana bihûrî Dadgeha Bilind a Venezûelayê bombe kiribû, operasyon hate kirin.

Hat ragihandin ku di encama vê operasyonê de herî kêm 3 endamên vê komê hatine kuştin û 5 jî hatine girtin. Eşkere nebû bê Pêrez di nava kesên hatine kuştin de heye yan na.

Alîkarê Serokdewlet Dîosdado Cabello ragihand, du ji kesên di operasyonê de hatin kuştin polîs in û gelek kes jî birîndar bûn.

Oscar Pêrez par helîkoptereke polîsên Venezûelayê revandibû û ji aliyê rêveberiya sosyalîst ve weke 'dijminê sereke yê dewletê' hatibû ragihandin. Pêrez meha Hezîranê bi helîkopterê êrîşî Dadgeha Bilind a Venezûelayê kiribû û ji ber vê bûyerê xisareke maddî rû dabû.

Li gorî hin organên medyayê, Pêrez di operasyona duh de dîmenekî xwe yê birîndar bûye li ser twîtterê weşand û xwestiye teslîm bibe. Pêrez ji aliyê rêveberiya Madûro ve bi 'hewldana darbeyê' dihate sûcdarkirin.