Li Venezuelayê Meclîsa Damezirîner rayeyên Parlamentoyê dewr stand

Li Venezuelayê ku krîza di navbera destihlatdariya sosyalîst û muxalefeta rastgir de didome Meclîsa Damezirîner gelek rayeyên parlamentoyê dewr girt.

Rayeyên Meclîsa Damezirîner ku Parlamentoya bi rêjeyeke zêde di destê muxalefeta rastgir de ye ji dewrê derxist tê nîqaşkirin.

Meclîsa Damezirîner ku meha bihurî bi biryara Serokdewlet Nîcolas Maduro hatî damezirandin û bi 545 kursî ye, bi biryarnameyekê piraniya rayeyên parlamentoyê dewr stand. Di nav van de parastina aştiyê, ewlehî, serwerî, arîşeyên sosyo-ekonomîk, mijarên darayî, milkên dewletê û qanûnên derbarê mafê cameweriyê hene.

MECLÎSA DAMEZIRÎNER DI SER HEMÛ ORGANAN RE YE

Biryarname diyar dike hemû organên cameweriyê yên li Venezuelayê rajêrî ‘Meclîsa Damezirîner in’.

Serokê Meclîsa Damezirîner Delcy Rodrîgoz diyar kir bi dewrkirna rayeyê re ‘pergal wê ji nû ve were danîn’’. Rodrîgoz diyar kir bi vê jî wê pêşî lê were girtin ku ‘hêz ji bo neqenciyê nikaribe were girtin.’’

Rodrîgoz diyar kir ku bi vê biryarê ne rast e ku parlamento wê ji dewrê derkeve û got armanca wan ew e ku parlamento zêdetir bixebite.

PARLAMENTO DEWRKIRINA RAYEYÊ QEBÛL NAKE

Parlamentoya Venezuelayê diyar kir ku ew biryarnameyê qebûl nakin. Di ser hesabê twîtterê de de, li ser navê partiya rastgir ku li parlamentoyê xurt in hate gotin ku Meclîsa Damezirîner li dijî destûrê ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin biryara derbarê Meclîsa Damezirîner de bê hikm e û û kirinên wê ‘derî qanûn e’.

ISRARA HILBIJARTINÊ YA MUXALEFETA RASTGIR BI ÇALAKIYÊN TARÎ DIDOME

Li dijî Nîcolas Madura ku zexta bi alîkariya derve ya muxalefeta rastgir didome. Partiyên rastir ku di hilbijartina 2015’an de li parlamentoyê piranî bi dest xistin ji krîza aborî ya Venezuelayê Maduro berpirs dibînin.

Ji bo ku Maduro îstîfa xwe bide û hilbijartin dîsa çêbibe ji Nîsanê ve çalakî têne kirin û heta niha gelek êrîşên tarî çêbûn. Di bûyeran de heta niha 130 kes mirin.

Li welêt di şertên asayî de tê payin ku hilbijartin 2018’an çêbibe.