Li Venezûelayê çi diqewime?

Ji ber krîza aboriyê ya li Venezûelayê bi sed hearan kesî xwe li welatên cîran girtin. Hikumetê li dijî 'sabotajên' li hemberî xwe û polîtîkayên xwe dest bi operasyonan kiriye.

Li Venezûelayê ku ji ber kêmbûna hatineya ji petrolê krîzeke mezin a aboriyê rû daye, tê payin ku rêjeya enflasyonê bigihêje milyonek ji sedî. Li vî welatê ku nifûsa xwe 31 milyon e, bi sed hezaran kesî xwe li welatên cîran girtine û di nava şert û mercên giran de dijîn.

1,6 MILYON KES REVIYAN; LI SER SÎNOR DRAM HEYE

Venezûela bi Kolombiya, Brezîlya û Gûyanayê xwedî sînorê bejahî ye. Ji sala 2015'an û vir ve 1,6 milyon kes ji Venezûelayê reviyan. Hejmara welatiyên Venezûelayê yên li derveyî welat dijîn gihîştiye 2,3 milyonî.

Welatên cîran jî ku ji ber welatiyên ji Venezûelayê reviyan e bi krîza koçberan re rû bi rû ne, hewl didin pirsgirêkê çareser bikin.

SPANYA JÎ KETIYE DEWRÊ

Ji ber ku gelek Venezûelayî dixwazin biçin Spanyayê, rêveberiya Madrîdê jî ketiye dewrê.

Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez bi wesîleya gera xwe ya li Latîn Amerîkayê doh ji Blû Radîo re axivî û îdîa kir ku koçberiyê di asta koça 2015'an a li Ewropayê rê li ber krîzê vekiriye. Sanchez xwest, Venezûelayiyên li herêmên li ser sînor di nava şert û mercên nebaş de dimînin, ji aliyê welatên Latîn Amerîkayê ve bi 'rêbaza kota' werin qebûlkirin.

Sanchez bi bîr ist ku di dema şerê navxweyî yê salên 1936-1939'an de û piştî wê di dema dîktator Frankîst de gelek kes ji Spanyayê xwe li Venezûelayê girtin û got, welatê wî amade ye ku penaberên ji Venezûelayê vehewîne.

HIKUMET HEWL DIDE 'SABOTAJ'AN PÛÇ BIKE

Li Venezûelayê, rêveberiya heyî ya 'sosyalîst' îdîa dike ku ew hewl dide komployan pûç bike.

Piştî ku Serokkomar Nîcolas Madûro ji nû ve hate hilbijartin, hikumeta nû ya hate avakirin jî nebû çare ji pirsgirêkan re. Li şûna çareseriyê, li dijî kesên bi îdîaya 'hikumetê û polîtîkayên wê sabote dikin' tên sûcdarkirin, operasyon tê kirin.

Dozgerê Giştî yê Venezûelayê Tarek Wîllîam Saab ragihand ku herî kêm 131 kes ji ber sûcdariya 'sabotekirna planên nû yên aboriyê' yên Madûro hatine girtin. Rêveberên hin supermarketên sereke yên vî welatî jî di nava kesên hatine girtin de ne.