Li Venezûelayê bi dehan mûxalîfên din hatin berdan

Rêveberiya Nicolas Maduro ragihand ku bi dehan mûxalîfên din hatine berdan.

Serokkomarê sosyalîst ê Venezûelayê Nicolas Maduro, ji bo aloziya bi mûxalefeta rastgir re kêm bike, mehkûmên reşik ên li girtîgehan berdide.

Maduro ku 20'ê Gulanê di hilbijartinên serokkomariyê de cara duyemîn hate hilbijartin, doh 43 mûxalîf serbest berda. Bi vî rengî hejmara mûxalîfên ji 1'ê Hezîranê û vir ve hatin berdan bû 123 kes.

Di dema berdana mûxalîfan de Serokê Meclîsa Damezrîner Delcy Rodriguez û dozgerê giştî Tarek William Saab jî amade bûn. Tarek William Saab diyar kir, hin mûxalîfên din ên li girtîgehan wê kom bi kom bên berdan.

Li gorîs saziya civakî ya sivîl a bi navê Foro Penal, li Venezûelayê nêzî 300 mûxalîf girtî ne. Lê belê Maduro vê hejmarê qebûl nake.