Li Urdunê ji ber baranê herî kêm 17 kes mirin

Li Urdunê ji ber ku baranê zêde dayê rê xera bû otobusekê qeza kir. Herî kêm 17 kes mirin. Kesên di otobusê de xwendekar bûn.

Rayedaran diyar kirin ku bûyer li herêma Derya Mirî ya bi 50 kîlometreyan li rojavayê Ammanê rû daye. Di otobusê de 37 xwendekar û 7 kesên li ber wan hebûn.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, ji ber baranê rê xera bûye, lewma otobusê qeza kiriye. Ji bo karê lêgerîn û rizgarkirinê, helîkopter jî tên bikaranîn.

Li gorî televîzyona Urdunê, Serokwezîr Omer El Razzaz çûye cihê bûyerê û karê rizgarkirinê kontrol kiriye. Qral Abdullah ê 2. jî serdana xwe ya Bahreynê taloq kir.

Qralîçe Tanyayê bi rêya twîtterê daxuyaniyek weşand, xemgîniya xwe ya ji ber trajediyê nîşan da û sersaxî xwest.

Berdevkê hikumetê Cûma Gneymat jî got, "Ji bo Urdunê, ji bo her malbateke Urdunî êvareke giran a xemgîn e."

Li Urdunê ji ber barana ku roja Pêncşemê piştî nîvor gelekî bariya, li gelek herêman lehî rabû.