Li Texasê ji ber êrîşa çekdarî 20 kes mirin

Li bajarê El Paso yê eyaleta Texasê ya DYE'yê, kesekî li nava sûkê li mirovan reşand. Di êrîşê de 20 kes mirin herî kêm 26 kes jî birîndar bûn. Rayedar êrîşê weke êrîşeke 'nîjadperestiyê' dibînin.

Li bajarê El Paso yê eyaleta Texasê ya DYE'yê, kesekî Şemiyê li derdorê reşand. Êrîşa ku li herêma piraniya şêniyên wê Spanî bûn weke êrîşeke 'nîjadperestiyê' tê dîtin. Ji ber êrîşa çekdarî 20 kesan jiyana xwe ji dest dan û 26 kes jî birîndar bûn.

Polîsan kesekî spî yê 21 salî destgîr kirin. Lê belê polîs êrîşê di çarçoveya sûcên 'nefretê' de dinirxînin ku sûcên li dijî qewm, ol, zayend û hwd. dikeve çarçoveya wan sûcan.

Belgeyeke ku tê gotin a bersûcê komkujiyê ye li medya civakî tê weşandin. Di belgeyê de bi rengê 'Texas ji aliyê Hîspanîkan ve hatiye dagirkirin' nirxandin tê kirin. Di belgeyê de êrîşa li Zelanda Nû tê bibîrxistin.

Bajarê El Paso li sînorê Meksîkayê ye û 80 ji sedî yê şêniyên wê Hîspanîk e.