Li Sûriyeyê li dijî xeta borûya gazê çalakiya sabotajê hate kirin

Hate ragihandin ku li navenda Sûriyeyê li dijî xeta borûya gazê çalakiya sabotajê hatiye kirin.

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî Sanayê li sektora Badiya ku herêmeke berfireh ya çolistan a li navenda welate li dijî xeta borûya gazê çalakiya sabotajê ya ‘terorîstî’ hatiye kirin û xebatên xeta borûyê rawestiyaye.

Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê jî êrîşa bombeyî ya li dijî xeta gazê erê kir. Tê diyar kirin ku li herêmê çeteyên DAÎŞ’ê hene.

Ne ajansa nûçeyan a Sana û ne jî Mala Çavdêriyê diyar nekirin ku çalakî ji aliyê kê ve hatiye kirin. Lê li herêma Badiya di navbera hêzên rejîmê û çeteyên DAÎŞ’ê de carinan şer çêdibe.

Dawiya meha Hezîranê jî li dijî xeba borûyê ya binê erdê ya rafîneyek a bajarê Banyasê çalakiya sabotajê hatibû kirin û rejîmê nerazîbûn nîşan da û diyar kiribû ku tiliya welatên biyanî di vê êrîşê de heye.