Li Sûriyeyê di êrîşên hewayî yên Îsraîlê de herî kêm 141 milîsên Îranê mirine

Mala Çavdêr a Mafên Mirovan ya Sûriyeyê ragihand ku di nava salekê de di êrîşên hewayî yên Îsraîl ya li Sûriyeyê de 141 milîsên girêdayî Îranê mirin e.

Li gorî rapora ku ji aliyê Mala Çavdêr a Mafên Mirovan ya Sûriyeyê ve hatî weşandin, ji Nîsana 2018’an heta Adara 2019’an di êrîşên hewayî yên Îsraîl ên li Sûriyeyê de 141 milîsên girêdayî Îranê mirine. Li aliyê din di van êrîşan de 58 leşkerên Sûriyeyê jî mirine.

Li gorî raporê artêşa Îranê Iraq, Efgan, Libnan û Asyayiyan li Sûriyeyê ji bo piştgirîdayîna rejîma Şamê li hev dixe.

Fermandariya Giştî ya Artêşa Mûhafizên Şoreşê sala 2016’an daxuyaniyekê de eşkere kiribû ku hêzeke 200 hezar a milîsên çekdar ku ji Sûriye, Iraq, Yemen, Efganistan û Pakistanê pêk tê ku bi Îranê re tevger dike ava kirine.

6’ê Çileya 2018’an rayedarekî Alaya Fatîmîyyûn ragihandinibû ku tenê ji Alaya Fatimîyyûnê heta niha zêdetirî 2 hezar milîs mirine û nêzî 8 hezar milîs jî birîndar bûne.