Li Sûriyeyê balafira şer hate xistin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku li Sûriyeyê balafirekî şer dema li dijî cihên Îranê dixwest êrîşê pêk bîne, ketiye xistin.

Berdevkê leşkerî Jonathan conrîvûs li ser Twîtterê daxuyanî da û wiha got; “Hêzên parastinê yên Îsraîlê li Sûriyeyê di qada hewayî ya Îsraîlê de sîstema kontrolê ya Îranê ku dron şandîbû kir hedef.”

Berdevk wiha jî got; “Ji ber avêtina balafirşikînanê F-16 li Îsralê ket xwarê û pîlot rizgar bûye.”

Berdevkê leşkerî wiha domand; “Îran berpirsê vê binpêkirina giran li dijî serweriya Îsrayê ye.”

Artêşa Îsraîlê jî bi daxuyaniyekî nivîskî ragihand ku hêzên Îsraîlê balafireke keşfê ya Îranê ku ji Sûriyeyê hatiye şandin tespît kiriye.