Li Sûdanê protestoyên li dijî hikumetê didomin

Li bajarê Omdurman ê Sûdanê, ji bo îstifakirina Serokkomar Omer El Beşîr xwepêşandanek hate lidarxistin. Di çalakiyê de xwepêşandêrek ji aliyê hêzên dewletê ve hate kuştin.

Roja Şemiyê li gelek bajaran xwepêşandan hatin lidarxistin. Li paytext Hartumê bi hezaran kes li ber avahiya Serokkomariyê ya Omer El Beşîr li hev civiyan û çalakî li dar xistin. Di navbera xwepêşandêran û hêzên ewlekariyê de şer derket.

Di van çalakiyên protestoyî de xwepêşandêr yekemcar nêzî avahiyên ku Wezareta Parastinê û artêşê lê ne, bûn. Hêzên dewlet bi bombeyên gazê dest li girseya gel werdan, girseya gel jî bi keviran bersiv da.

Danê êvarê jî li bajarê Omdurmanê ku li qiraxa Çemê Nîlê ye, kesekî di dema xwepêşandanê de birîndar bû jiyana xwe ji dest da. Heyetek ji komîteya doktoran ragihand, kesê ku miriye doktorek e.

Ji meha Kanûnê ve di dema xwepêşandanan de bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dan. Li gorî rayedaran 32 kes mirin. Li gorî bîlançoya Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) 51 kes di çalakiyan de mirin.

Xwepêşandanên li Sûdanê 19'ê Kanûnê li dijî zêdebûna buhayê nan bi sê qatî û pirsgirêkên din ên aboriyê dest pê kiribûn û di demeke kurt de veguherîbû tevgereke li dijî rejîma Omer El Beşîr.