Li Sûdanê artêşê paşve gav avêt

Rêveberiya darbeyê ku piştî têkbirina dîktatorê Sûdanê Omer El Beşîr dest danî ser rêveberiyê, diyar kir ku wan piraniya daxwazên tevgera gel qebûl kirine.

Çalakiyên protestoyî yên li Sûdanê, 19'ê Kanûnê ji ber zêdebûna buhayê nan bi sê qatî dest pê kiribû û di demeke kurt de veguherîbû tevgereke li dijî rejîmê. Omer El Beşîr ku 30'ê Hezîrana 1999'an bi darbeyê bû desthilatdar, ji aliyê leşkerên ku 11'ê Nîsanê dest danî ser desthilatdariyê hatibû girtin.

Di navbera Konseya Leşkerî ya Demkî û Hêzên Danezana Guhertin û Azadiyê de ji bo bidawîkirina bêedaletiyê, li ser daxwazan danûstandin hatin kirin, lê danûstandin hefteya derbasbûyî qut bûbûn.

Konseya Leşkerî ya Demkî doh êvarê daxuyaniyek da û diyar kir, li ser piraniya daxwazên hêzên guhertinê li hev hatiye kirin. Berdevkê Konseyê General Shamseddîn Kabbashî der barê detayên peymanê de agahî neda.