Li Srî Lankayê piştî komkujiyê nîkab hate qedexekirin

Serokkomarê Srî Lankayê Maithripala Sirisena, hefteyek piştî êrîşên di dema ayînên Paskalya de, ragihand ku paçikên Îslamî yên jin pê rûyê xwe dinixumînin (nîkab) hatiye qedexekirin.

Serokkomar daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Ev tedbîr ji bo ewlekariya neteweyî ye. Divê kes ji bo zehmetkirina tespîta nasnameyê rûyê xwe nenixumîne."

Serokkomar Sirisena ku erk û wezîfeyên wî gelekî kêm in, diyar kir ku tedbîr wê ji roja Duşemê ve bikeve meriyetê.

Di êrîşên hefteya derbasbûyî de ku çeteyên DAÎŞ'ê berpirsyariya wê dabûn ser xwe, 253 kes miribûn.

Nifûsa Srî Lankayê 21 milyon mirov e, 10 ji sedî jî Misilman in. Piraniya Misilmanên li Srî Lankayê lîberal tên dîtin. Hejmareke gelekî kêm a jinan bi nîkabê rûyê xwe dipêçin.