Li Spanyayê hilbijartin tê kirin

Li Spanyayê, ji ber bêaramiya siyasî careke din hilbijartin pêk tê.

Li Spanyayê çar sal in çar caran hilbijartinên giştî tên kirin. Lê belê li gorî anketan ne bloka çep ne jî tifaqa rast piraniya kursiyên li parlamentê wernagirin.

Herî dawî beriya şeş mehan hilbijartina giştî hatibû kirin û Pedro Sanchez ê sosyalîst bêyî ku piraniya parlamenterên li parlamentê werbigire bûbû serkêşê hikumetê. Sanchez ji bo dawî li bêaramiya siyasî bîne û serketineke berbiçav werbigire bang li 37 milyon hilbijêrî kir ku dengê xwe bi kar bînin.

Li gorî anketan partiya Sanchez dibe partiya yekemîn, lê tevî vê yekê jî divê qîma xwe bi hikumeta kêmahiyan bîne. Sanchez ji bo plana budçeyê bide qebûlkirin an jî qanûnan bide pejirandin wê pêwîstiya xwe bi piştevaniya partiyên cuda hebe.

Dengdanê saet 09:00 dest pê kir û wê heta 20:00 bidome. Tê payin ku encamên hilbijartinê jî derdora saet 22:00 bên eşkerekirin.