Li Spanya şape rabû: 5 kes mirin

Li mezintirîn girava Spanyayê Mollorca, li rojhilatê wê şape rabû û bi kêmanî 5 kes mirin, gelek kes winda ne.

Li gorî daneyên hikûmeta xwecih û serwîsên lezgîn li gundê Sant Llorenç des Cardassarê 4 kes û li gundê S'illotê 1 ke mir. Hate gotin ji ber şapeyê gelek kes winda ne û ti agahî ji wan nayê wergirtin.

Rayedaran gotin ji ber barana zêde av rabûye. Cihê herî pir ku şapeyê ziyanê lê dayî 60 kîlometreyî li rojhilatê girava turîstîk Palma de Mallorca ye.

Di dîmenên medyaya sosyal de xuya dike şapeyê wesayit dane ber xwe û avahî di bin avê de mane.