Li Erebîstana Siûdî balafireke leşkerî kete xwarê
Balafireke leşkerî ya perwerdehiyê li bakurê rojava yê Qiraltiya Siûdiyê kete xwar.
Balafireke leşkerî ya perwerdehiyê li bakurê rojava yê Qiraltiya Siûdiyê kete xwar.
Wezareta Parastinê ragihand ku di encama ketina balafira leşkerî ya perwerdehiyê de hemû personelê balafirê mirine.
Wezaretê agahî neda bê çend kes di balafirê de bûn û balafir ji ber çi ketiye.
Ji bo zelalkirina ketina balafira bi tîpa Hawk a Îngilîz lêpirsînê dest pê kir.