Li Sêrtê operasyon,li Çelê û Lêlîkanê çalakî

HPG’ê diyar kir ku li Sêrtê 5 leşker hatine kuştin û ji ber bomberdûmanê jî 7 gerîla şehîd bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encamên operasyon û şerê li Sêrtê eşkere kir. HPG’ê têkildarî çalakiyên li Lêlkan û Çelê jî agahî da.

Di malpera HPG’ê de ev daxuyanî hate dayîn:

ÇALAKIYA LÊLÎKANÊ

“Di 20’ê Nîsanê hêzên me di saet 09:30’an de li girê Lêlîkan yê ku dikeve nava sînorê Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de bi serketî li çeperên dijmin hate xistin, hejmara leşkerên kuştî û birîndar nehate tespît kirin.

2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Heman rojê saet di 11:40 û 14:00’an de hêzên me li girê Lêlkan li dijî leşkerên dijmin çalakiya sûîkastê li dar xist. Di vê çalakiyê de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin.

LI ÇELÊ ÇALAKÎ

Roja 21’ê Nîsanê (Îro) saet di 09:00’an de hêzên me li dijî çeperên artêşa Tirk a dagirker yê li girê Koordîne yê girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de bi serketî li çeperên dijmin hate xistin hejmara leşkerên kuştî û birîndar nehate tespît kirin.

LI SÊRTÊ OPERASYON Û ŞER

Di 17’ê Nîsanê de artêşa Tirk a dagirker li herêma Şehîd Ezîme û Girê Şehîd Berxwedan û Girê Kulind yê girêdayî herêma Herekol a Sêrtê bi gelek balafirên keşfê, balafirên şer û helîkopterên kobra operasyoneke berfireh da destpêkirin. Heman rojê saet 17:00’an de balafirên şer bombe li Girê Şehîd Berxwedan, Girê Kulind û herêma Şehîd Ezîme barand.

5 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di 18’ê Nîsanê saet di 05:00’an de helîkopterên kobra herêm bombe kir û hêzên dagirker bi helîkopterên skorsky li herêmê bi cih bûn. Heman rojê hêzên me saet 09:00’an û di saet 09:45’an li herêma Girê Kulind li dijî  yekîneyên operasyonê çalakiya sabotajê li dar xist. Di vê çalakiyê de 5 leşkerên dijmin hatin kuştin 2 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa dagirker kuştî û birîndarên xwe bi helîkoptera skorsky ji herêmê rakirin.

Dîsan heman rojê hêzên me saet 10:30’an li herêma Girê Kulind li dijî leşkerên dagirker çalakiyek din a sabotajê li dar xist. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên artêşa Tirk nehate tespît kirin. Piştî çalakiyê hêzên dagirker gir berdan û reviyan. Operasyon heman rojê seat 13:00’an paşve vekişiya.

BI BOMBERDÛMANÊ DE 7 GERÎLA ŞEHÎD BÛN

Di operasyonê de artêşa Tirk a dagirker nekariya biçe ser hêzên me û qada operasyonê bombe kiriye. Di vê bomberdûmanê de 7 hevalên me şehîd bûne. Dema ku nasnameya hevalên me yên şehîd zelal bibe, ew ê ji raya giştî re were eşkerekirin.”