Li Sêrtê çalakiya sabotajê, li Heftanînê 5 leşker hatin cezakirin

Di çalakiyên gerîla de yên li Heftanînê 5 leşker hatin cezakirin, 2 kozik û kozikek çeka giran a A4 hatin rûxandin. Li Sêrtê jî li dijî wesayiteke dagirkeran çalakiya sabotajê hate lidarxistin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de hêzên me 4'ê Tebaxê li dijî artêşa TC a dagirker çalakî li dar xistin. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan wiha ne:

Hêzên me saet di 17:30'î de li dijî leşkerên dijmin ên li ser Girê Şehîd Adar çalakiyeke sûîqestê kirin. Di vê çalakiyê de leşkerekî dijmin hate cezakirin.

Hêzên me saet di 18:55'an de li qada Xantûrê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Berxwedan çalakiyek pêk anîn. Ji du baskan ve li çeper û stargehên dijmin hate reşandin û di encamê de 2 kozik û kozikeke çeka giran a A4 hatin rûxandin, bi giştî 4 leşkerên dijmin hatin cezakirin. Ev çalakî ji bo bîranîna sivîlên 26'ê Tîrmehê li Barmene hatin qetilkirin hate lidarxistin.

LI SÊRTÊ ÇALAKIYA SABOTAJÊ

4'ê Tebaxê saet di 13:10'an de hêzên me li Sêrtê li dijî wesayiteke artêşa TC a dagirker ku ji qereqola Erbo diçû qada Hana Hevêl çalakiya sabotajê kirin. Di vê çalakiyê de ku derb li wesayita dijmin hate xistin, hejmara leşkerên hatin cezakirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin."