Li ser medyaya sosyal eleqeyeke zêde ji bo salvegera 19'ê Tîrmehê

Ji bo salvegera 7'an a Şoreşa Rojava ku 19'ê Tîrmeha 2012'an dest pê kir, kampanyaya ku Tora Rojava a Global RISEUP'ê li ser medyaya sostal bi navê #pirozbe / #riseup4rojava dayî destpêkirin pir bal kişand.

Şoreşa Rojava 19'ê Tîrmeha 2012'an li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê dest pê kiribû û bilez li Efrîn, Qamişlo û Dêrikê û li bajarên din berbelav bûbû. Ji ber salvegera 19'ê Tîrmehê, Tora Rojava a Global RISEUP bang li bikarhênerên înternetê kiribû ku ji bo Şoreşa Rojava pîroz bikin, vîdeo, dîmen û peyamên têkildar par ve bikin.

Kampanyaya ku înê li ser tora medyaya civakî bi navê “#pirozbe ve # riseup4rojava dest pê kir, gelekî bala bikarhênerên medyaya civakî kişand.

Kampanya ya ku di ser Twîtter û Facebookê re dest pê kirî, bikarhênerên medyaya sosyal têkilî şoreşa Rojava wêne û bûyerên li ser Rojava par ve kirin.

Piraniya bikarhêneran bi gotina, ''Ji bo 7 salên di ber berxwedan û azadiyê de'' dest bi parvekirinên xwe kirin û bal kişandin ser têkoşîna gelên Rojava û Bakurê Sûriyê ku ji 2012'an ve di serî de li dijî DAÎŞ'ê, li dijî hêzên dagirker didin. Her wiha hate gotin şoreşa Roajva şoreşa jinan e û ekolojîst e.

Di parvekirinan de li gel Kurdî bi Ingilîz, Elmanî, Fransî, Spanyolî, Tirkî û Italyanî gelek tişt hatin parvekirin, wêneyên şervanên şehîd ên YPG-YPJ'ê hatin parvekirin.

Tora Rojava a Global ji gelek sendîka û rêxistinan pêk tê. Di nav van de sendîkaya anarşîst a CNT, a komunîst CGT, Rete Kurdistan Îtalîa, tevgera antîfaşîst a Elmanya Antîfa, rêxistinên Rojava, Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê YXK û Tatort Kurdistan heye.