Li Ryanairyê greva dîrokî: 400 seferên balafiran hatin betalkirin

Şirketa rêwiyan a asîmanî Ryanair, bi greva herî mezin a dîrokî re rû bi rû maye. Li 5 welatan pîlot ketine grevê, nêzî 400 seferên balafiran hatin betalkirin.

Li 5 welatên Ewrûpayê pîlotên şîrketa Ryanairê, biryara sekinandina kar dan. Di van mehên havînê ku herî zêde kar tê kirin de şirket neçar ma ku  bi sedan seferên xwe betal bike.

Şirketa Ryanair ku li 37 welatan  li 86 balafirgehan dixebite, çileya borî beriya betlaneya salê jî kotekî pêşî li grevekî girtibû. Cara yekem sendîka nas kiribûn lê belê ji bo di mijara hevpeymanên komî de xwe giran kiribû, bibû sedem ku bertekan xebatkarên wê, nexasim jî ya pîlotan zêdetir bibe.

Nêzî 400 seferên hatî betalkirin, ji sedî 17 seferên ku Ryanair li tevahiya Ewropayê dike pêk tîne. Bi giştî li tevahiya Ewrûpayê 2400 serferan pêk tîne.

Herî dawî pîlotên Hollandayê li pîlotên çar welatên din ên grev dayî destpêkirin zêde bûn. Sendîkaya pîlotan a Hollandayê VNV anî ziman ku ji roja şemiyê û pêde wê 24 saetan bikevin grevê. Greva pîlotên Elman jî roja înê saet 01’ê destpê kiribû û wê ev jî bandor li hemû seferên li Elmanyayê bike.