Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Li Rûsyayê pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 4'ê Nîsanê li bajarên cuda yên Rûsyayê hate pîrozkirin.

Li Moskowê bi organîzasyona Jinên Kurd a Moskowê, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin.

Hevseroka Organîzasyoan Jina Kurd a Moskowê a Tara Qadir got 4'ê Nîsanê ne tenê rojbûna Ocalan a ghemû gelê Kurd e û tecrîda li ser Ocalan şermezar kir. Qadir bal kişande ser çalakiya greva birçîbûnê û got ew li daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê xwedî derdikevin.

ADIGEY

Li Navenda Çanda Kurd a Adigeyê jî 4'ê Nîsanê hate pîrozkirin, li baxçeyê Navenda Çandê ya Kurd şitl hatin danîn, Hevserokên Navenda Çandê axaftin kirin.

Piştî axaftinan zarokan helbestên li ser Ocalan xwendin.

Hunermend Berfîn Mamedova, Ahmed Ahmedov stran gotin, koma govendê reqisî û bername bi govendê qediya.

SARATOV

Li navçeya Yerşovê ya Saratoyê Kurdistaniyan li Navenda Çanda Kurd rojbûna Ocalan pîroz kirin. Sînevîsyon têkil3i jiyan û têkoşîna Ocalan hate nîşandan.

Serokê Otonomiya Çanda Kurd Îsa Osmanov axaftine kir û got, dema ku ew rojbûna Ocalan pîroz dikin her wiha ew vejîna gelê Kurd jî pîroz dikin, ji ber ku ew ji Ocalan hînî berxwedanê û têkoşînê bûne.

TAMBOV

Li navçeya Mîçûrînskê ya Saratovê jî bi organîzasyona Meclîsa Gel a Kurdan salvegera 70'yî ya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin.

Hevserokê Meclîsê Nebî Evdilselam têkilî tecrîda li ser Ocalan got, hêzên li bara vê nehiqûqiyê bêdeng dimînin hevkarên sûc in û diyar kir, Kurd bi vîna xwe wê tecrîdê bişkînin û rêbertiya xwe azad bikin, greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê bi bîr xist û got, ev jî mînaka vê ya herî berbiçav e û got, divê her kes xwe tevlî nav vê têkoşînê bike.