Li Rûsyayê komplo hate protestokirin

Li navçeya Yerşovê ya herêma Saratovê ya Rûsyayê komploya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin.

Li navçeya Yerşovê ya herêma Saratovê ya Rûsyayê gelê Kurd ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin ba hev.

Serokê otonomiya Kurdan a herêma Saratovê Yakûb Temûr, serokê otonomiya Kurdan a navçeya Krasnokûtê Ramazan Bûdakov, serokê otonomiya Kurdan a navçeya Temûnîno û endamê komîteya rûspiyên Saratovê Şêx û nûnera jinên Kurd ên Saratovayê Gulîzera Sûltan di çalakiyê de axivîn.

Di axaftinan de tecrîda li ser Ocalan hate şermezarkirin. Axaftvanan diyar kirin ku ew ê tu carî tecrîda li ser Ocalan qebûl nekin û bal kişandin ser vî tiştî ku ew ê têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan geştir bikin.