'Li Rûsyayê bi sedan mûxalîf hatin destgîrkirin'

Li Rûsyayê di xwepêşandanên mûxalefetê de, tê gotin ku herî kêm 800 kes hatine destgîrkirin.

Saziya agahîdayinê ya bi navê OVD-Info ragihand, xwepêşandan bi banga lîderê mûxalîf Lioubov Sobol hate kirin, lê belê polîsan bi tundî dest li xwepêşandanên li Moskowayê werdan.

Li gorî îdîayê derdora 800 kes bi hinceta ku tevlî xwepêşandana qedexekirî bûne hatin destgîrkirin. Tê gotin Sobol ê banga xwepêşandanê kir hatiye destgîrkirin.

Polîsên Moskowayê Şemiyê nîvro ragihandin ku 30 kes hatine destgîrkirin. Lê belê li gorî OVD-Info, di heman demê de derdora 600 kesî hatine destgîrkirin.

Di xwepêşandanên mûxalefetê de daxwaza hilbijartina azad û wekhev tê kirin.