Li rojhilatê Efrîkayê barana neasayî

Li rojhilatê Efrîkayê bi sê qatî ji rewşa asayî bêhtir baran dibare. Tenê li Kenyayê herî kêm 120 kes ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan.

Li Komara Cîbûtiyê tenê di 27'ê Mijdarê de baranek bi qasî ya du salan bariya. Baranê li yek ji çar parên şêniyên vî welatê biçûk ê çolê kir. Li Somaliyê ji ber baranê gelek dever veguherî golê. Li Kenyayê jî ji ber lehiyê û lehiya heriyê herî kêm 120 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Baranê her wiha bandor li Ûganda, Komara Kongo ya Demokratîk û Sûdan a Başûr jî kir. Li gorî Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî li Sûdan a Başûr baranê bandor li milyonek mirovî kir. Ji ber baranê şert û mercên jiyanê yên mirovên li wê herêmê girantir bû.

Li gorî Famîne Early Warnîng Systems Networkê ji herêmên ziwa yên Efrîkayê hetabi daristanên tropîkal ên Komara Kongo ya Demokratîk baran bi 200 qatî ji rewşa asayî bêhtir bariya.

Li gorî zanyaran El Nîno ya Okyanûsa Hîntê bû sedema barana neasayî ya li Efrîkayê.