Li Riyadê dengê teqîn û moşekan

Hate gotin li paytexta Siûdî Riyadê dengê çar teqînan hatiye,moşekeke ku ji Yemenê hatî avêtin hatiye astengkirin.

Ev bûyer piştî ku Serokê DYA’ê Donald Trûmp got ew ji peymana nukleerê ya Îranê vekişiyane pêk hat, ku peyman 2015’an hatibû danîn. Siûdî destekê dide politikaya tund a Trûmp a li ser Îranê.

Li gorî qenala televizyonê ya El Arabiye hêzên berevaniya hewayî yên Siûî moşeke ku bi ser paytextê de hatiye, asteng kirin.

Beriya vê nûçeyê jî li navenda bajêr dengê çar teqînan hat. Derbarê teqînan ti agahiyeke berfireh nîn e.

VAN ROJÊN DAWÎ ÊRÎŞÊN BI MOŞEKAN ZÊDE BÛNE

Van mehên dawî milîsên Hûsî yên Yemenê gelek caran moşek avêtin Siûdî. Pergala berevaniyê ya Siûd ev moşek asteng kirin.

Piştî ku bi êrîşên hewayî yên Koalîsyona Ereb a bi Pêşengiya Siûd bi ser Husiyan de zêde bûn û gelek rêveberên Husî hatin kuştin van demên dawî êrîşên bi moşekan ên dijî Siûdî zêde bûn. Siûdî diyar kir ku wan ji 100’î zêdetir moşek asteng kirine.

ŞERÊ YEMENÊ Û KRÎZA MIROVÎ

Li Yemenê ji Tebaxa 2014’an ve şer heye. Paytext Sana û herêmeke berfireh a welêt di dest Husiyan de ye. Adara 2015’an piştî ku Koalîsyona Ereb li dijî Husiyan şer kir, şer girantir bû. Aliyekî şer Husî û paşmêrên wan Îran e û li aliyê dî jî hêzên Serokkomarê Yemenê Abd Rabbû Mansû Hadî ku ji hêla civaka navnetewî ve têne naskirin û Koalîsyona bi pêşengiya Siûd e. Di encama vî şerî de krîza herî giran a mirovahiyê tê jiyîn. Piraniya nifûsa welêt birçî ye û hejar e. Nexweşiya kolerayê heta niha bûye sedema mirina bi hezaran kesî. Li gel vê jî bi êrîşên hewayî û çekên qedexe, sûcên giran ên şer têne kirin. Li gorî NY’yê 10 hezar kes mirine û 53 hezar kes jî birîndar bûne.

DYA JÎ TEVLÎ ŞERÊ YEMENÊ BÛ

Her ku diçe DYA jî zêdetir tevlî nav şerê Yemenê dibe.

Li gorî rojnameya New York Tîmesê komandoyên hêzên taybet ên Amerîkî yên bi rûpoşa kesk, ber bi dawiya sala 2017’an ve ji bo ku alîkariyê bi Riyadê re bikin li ser sînorê Yemenê hatine danîn. Tê gotin armanca wan ew e ku moşekên Hûsiyan bibînin û cihên ku moşek lê têne veşartin tine bikin. Li gorî rojnameyê ku xwe dispêre rayedarên Amerîkî û dîplomatên Ewropî hêzên taybet ên Amerîkî Kanûnê çûne Siûdî. Ev jî wiha hate şîrovekirin ku DYA her ku diçe zêdetir tevlî nav şerê Yemenê dibe.