Li pêşiya NY Kurdekî dagirkerî protesto kir û xwe şewitand

Li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê Kurdekî ji Rojava ji bo protestokirina êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe şewitand.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin Alî Wazîr (31) ê ji Hesekê saet di 07.40’an de li qada Neteweyên Yekbûyî benzîn li xwe kiriye û xwe şewitandiye.

Berdevkê polîsên Cenevreyê diyar kirin ku vî ciwanî li pey xwe tu name nehiştiye.

Xizmên wî ji ANF’ê re axivîn û diyar kirin ku Alî Wazîr sibehê saet di 05.00’an de ji mala birayê xwe derketiye û ev çalakî li dar xistiye.

Birayê wî diyar kir ku ji ber dagirkeriya li ser Rojava gelek hevalên Alî Wezîr şehîd bûne û ji ber vê rewşê Alî Wazîr gelekî hêrs bû. Birayê bal kişand ser vî tiştî ku şeva beriya çalakiyê Alî Wazîr gotiye ku ‘Çima Neteweyên Yekbûyî bêdeng dimîne?’

Piştî ku Alî Wazîr xwe şewitand bi helîkopterê ew birine nexweşxaneyê. Bijîşk diyar dikin ku rewşa wî giran e û 80 ji sedê bedena wî şewîtiye.